DYE’yê li Yemenê xist: 12 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn
Hûsiyên li Yemenê, ragihandin ku di êrîşa DYE’yê ya li ser paytext Sana’yê de 12 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Hûsiyên li Yemenê, ragihandin ku di êrîşa DYE’yê ya li ser paytext Sana’yê de 12 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Êrîşên Dewleta Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li hember Yemenê her ku diçe berfirehtir dibe. Şeva Yekşemê balafirên şer ên DYE’yê li paytext Sana’yê gelek cih hedef girtin. Li gorî Hûsiyan di encama van êrîşan de 12 kes mirine û 30 kes jî birîndar bûne.
Hûsî îdîa dikin ku êrîş li hember bazara li taxa Farwa ya herêma Şuubayê pêk hatiye. Ev herêm beriya niha jî ji aliyê Emerîkiyan ve hatibû hedef girtin.
Hat diyarkirin ku di êrîşên şeva Yekşemê de herêmên seroktiyê hatine hedef girtin. Ev êrîş piştî êrîşên Emerîkî yên hefteya bihurî li bendera neftê ya Ras Îsa li Yemenê ku herî kêm 74 kes hatin kuştin û 171 kes jî birîndar bûn, pêk hat.