Di êrîşa DYE’yê ya li Yemenê de hejmara miriyan derket 58’an
Serhildêrên Husî yên li Yemenê, ragihandin ku di êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yên li ser lîmaneke petrolê de hejmara miriyan derket 58’an.
Serhildêrên Husî yên li Yemenê, ragihandin ku di êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yên li ser lîmaneke petrolê de hejmara miriyan derket 58’an.
Qenala televîzyonê El-Mesire ya girêdayî Husiyan, di nûçeya xwe ya spartî rayedarên herêmî yên li Hudeyde de, wiha got: “Di êrîşa dijmin Emerîka ya li ser tesîsên Ras Îsa de, hejmara miriyan derket 58’an û 126 kes jî birîndar bûn.”
Di bîlançoya berê de hatibû diyarkirin ku hejmara miriyan 38, a birîndaran jî 102 kes in.