MSF: Xeze ji bo Fîlîstîniyan û alîkarên wan bûye gora komî

Doktorên Sînornenas (MSF) bal kişand ser asta felaketa mirovî ya li Xezeyê û diyar kir ku herêm êdî ji bo Fîlîstîniyan û mirovên hewl didin ji wan re bibin alîkar veguheriye goreke komî.

Di daxuyaniya 16'ê Nîsanê roja Çarşemê de bombardûmanên Îsraîlê û dorpêçkirina alîkariya mirovî bi zimanekî tund hate rexnekirin.

Koordînatora alîkariya lezgîn a ji bo Xezeyê ya MSF'ê Amande Bazerolle got, "Em ji tinekirin û koçberkirina gelekî re şahidiyê dikin" û anî ziman ku herêm ji bo karên alîkariyê bûye cihekî ne ewle û kêmaniya malzemeyên krîtîk di asta herî bilind de ye.

Di 18'ê Adarê de piştî ku agirbesta du mehan bi dawî bû, Îsraîlê ji nû ve dest bi êrîşên hewayî û bejahî yên li ser Xezeyê kir. Di heman demê de alîkariyên mirovî, sotemenî, xurek û derman ên ji bo herêmê hatin desteserkirin.

MSF'ê ragihand ku di serî de dermanên li hemberî êşê, dermanên ji bo nexweşiyên kronîk, antîbiyotîk û malzemeyên cerrahî gelekî kêm bûne û nexweşxaneyên bi jeneratorê dixebitîn êdî nikarin kar bikin.

Li gorî daneyên saziyê, ji destpêka şer û vir ve 11 xebatkarên MSF'ê jiyana xwe ji dest dan.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû re axivî û got, "Divê êşa gelê sivîl ê li Xezeyê bi dawî bibe." Lê belê li gel bangên navneteweyî jî li qadê rewşa mirovî her roj hîn giran dibe.