NY: Li Xezeyê xelaya bi qestî û xirab heye

Serokê Ajansa Penaberan a Fîlîstînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) Philippe Lazzarini bertek nîşanî “xelaya bi qestî û xirab” a ku Îsaraîl 50 roj in li ser Xezeyê demişîne, da.

Philippe Lazzarini têkildarî rewşa Xezeyê li ser X’ê peyam da û got: "Xeze bûye cihê bê hêviyê. Birçîbûn her ku diçe belav dibe û xirabtir dibe. Ev birçîbûneke bi qestî ye.”

Lazzarini  xemgîniya xwe ya li ser “cezakirina komî" ya niştecihên Xezeyê anî ziman û wiha domand: “Birîndar, nexweş û kal ji pêdiviyên bijîşkî û lênihêrînê bêpar dimînin. Alîkariyên mirovî dikin mijara bazarê û weke çekeke şer tê bikaranîn.”

Lazzarini banga şandina alîkariyên mirovî, berdana dîlan û agirbesteke nû kir.