Îranê di mehekê de 6 Kurd îdam kirin
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê têkildarî zext û binpêkirinên dewleta Îranê yên li hemberî welatiyên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê û seranserê Îranê raporek weşand.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê têkildarî zext û binpêkirinên dewleta Îranê yên li hemberî welatiyên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê û seranserê Îranê raporek weşand.
Li gorî raporê di meha Adarê de herî kêm 6 welatiyên Kurd ên girtî hatine îdamkirin û 34 kes jî ji ber hincetên siyasî hatine binçavkirin.
Îdamkirin li girtîgehên Bokan, Kirmaşan, Kirman, Bender Ababs û Kerecê pêk hatine. Her wiha Dadgeha Bilind a Îranê bi hinceta ku beşdarî çalakiyên siyasî bûne cezayê darvekirinê li du welatiyên Kurd biriye.
Di raporê de hate ragihandin ku li bajarên Sine, Ûrmiye, Îlam û Kirmaşanê jî herî kêm 34 welatiyên Kurd ji aliyê Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê ve hatine binçavkirin.
Di nava kesên hatine binçavkirin de 2 zarok jî hene. Ji kesên hatine binçavkirin, bes du kes hatine girtin û aqûbeta kesên din nayê zanîn.
Her wiha li gorî raporê di meha Adarê de 7 welatiyên Kurd bi hincetên ‘’propagandaya li dijî dewletê’’ û ‘’xirabkirina ewlehiya giştî’’ ji aliyê Daîreya Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sineyê ve hatine darizandin.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê di Sibata 2025’an de jî ragihandibû ku 7 welatiyên Kurd hatine îdamkirin û 22 jî hatine binçavkirin.
DARVEKIRIN DU QATAN ZÊDE BÛNE
Saziya civakî ya bi navê Mafên Mirovan a Îranê (IHR) di daxuyaniyeke xwe ya 7’ê Nîsanê de ragihandibû ku rêjeya îdamkirinê ya her çar mehên ewil ên îsal li gorî her çar mehên ewil ên sala borî du qatî zêde bûye.
Li gorî IHR’ê ku navenda wê li Norwecê ye, ji destpêka meha Çileyê heya dawiya meha Adarê 8 jê jin bi tevahî 230 kes hatine îdamkirin. Di her sê mehên ewil ên sala 2024’an de jî 110 kes hatibûn îdamkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Dîrektorê IHR’ê Mahmûd Amiri-Muhaddam di daxuyaniyekê de hişyarî dabû ku di hefteyên pêşiya me de wê gelek kes werin darvekirin.