ÇAND Û HUNER
Komîteya Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) hunermenda şoreşger Mizgîn (Gûrbet Aydin) di salvegera 33'an a şehadeta wê de bi bîr anî.
Komîna Dokumanteran a Şehîd Gulîstan TARA ava bû. Hate ragiahndin ku rêze-dokûmantereke ji 90 beşî ya bi navê 'VEJÎNA KURD' a li ser dîroka PKK'ê wê di demeke nêz de bê weşandin.
Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê derbarê şehadeta Bavê Teyar de daxuyanî da û diyar kir ku Bavê Teyar di dilê gel de cihê xwe girtiye û ew welatparêz, hunermendekî wêrek û berxwedêrekî mezin bû.
Endamê Komîteya TEV-ÇAND’ê Argeş Delîla destnîşan kir ku çiqasê êrîşên dewleta Tirk zêde dibin, divê hunermend jî hîn zêdetir berxwedanê mezin bikin û xwedî li çand û hunera Kurdî derbikevin.
Ji bo Festîvala Çanda Kurd a Ewropayê ku di 21'ê Îlonê de wê li Frankfûrtê bê lidarxistin, amadekarî qediyan. Komîteya amadekar bang kir ku li dijî tecrîd, qirkirin û polîtîkayên dagirkeriyê bi xurtî tevlî festîvalê bibin.
Hemû Nûçe
-
-
-
'Helbest rêya ravekirina nerazîbûnan e'
Helbestvanê Kurd Rojeng Rojbîr diyar kir ku der barê destpêka helbestê de gelek nîqaşên cuda henin û got; "Ne tenê di civaka me de li hemû dinyayê, di heman serdemê de dest pê kiriye. Ji ber ku helbest rêya ravekirina nerazîbûnan e."
-
-
-
Li Cannesê sala jinan
Jinên ku ev 70 sal in di Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Cannesê de têra xwe cih ji xwe re nabînin, îsal weke ku tola xwe hilînin derketin ser dikê.
-
Mîhrîcana Govendên Kurdistanê dest pê dike
Mîhrîcana Govendên Kurdistanê ku weke çalakiya demdirêj a Kurdistaniyên li Ewropayê her sal tê lidarxistin, îsal wê cara 31'ê were lidarxistin. Mîhrîcan wê 18-19'ê Gulanê li Hannoverê pêk were.
-
-
-
Ronahî Eren: Bi Kurdî biaxivin, binivîsînin û bijîn
Endama Saziya Ziman a KCK'ê Ronahî Eren bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî polîtîkayên înkar û qirkirina zimanê Kurdî û got, ji bo parastina ziman bang li her kesî kir ku bi Kurdî biaxvin, binivîsînin û bijîn.
-
'Ziman şertê hebûna mirovan e'
Nivîskar Îrfan Babaoglû bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî axivî û got, "Ziman hebûna mirovan e, divê em xwedî li zimanê xwe derkevin û di nava gel de belav bikin. Em Zimanê Kurdî bikin zimanê rojane û nivîskî."
-
'Bi rengê seferberiyê xwedî li zimanê xwe derkevin'
KNK û Înstîtuta Kurdî ya li Elmanyayê işaret bi xeteriyên li ser zimanê Kurdî kirin û bang li hemû Kurdan kirin ku bi seferberiyeke giştî xwedî li zimanê xwe derkevin û li hemû qadên jiyanê bi kar bînin.
-
Keçên Rojê yên li dijî DAÎŞ'ê
"Hebûna we bi xwe serketin e. Rabûna li ber zilmê, serketin e. Şerkirin serketin e. Yekane tişta ku ew dikujin, tirsa me ye. Bi her jineke ku ew direvînin re şervaneke nû derdikeve holê..."
-
-
-
Dewlet li Colemêrgê xwezayê qetil dike
Li Colemêrgê Santralên Hîdroelektirk (HES), santralên ceyranê û navendên trafoyê yên ji aliyê dewletê ve hatine çêkirin xwezayê qetil dike. Navenda trafoyê ya li gundê Otlûca ya li navenda bajar zirareke mezin dide rez, baxçe û zindiyên li herêmê.
-
'Hozan Mizgîn destana azadiyê ye'
Komîteya Kevana Zêrîn, fermandara gerîla û hunermend Hozan Mizgîn bi bîr anî û got, "Kesayetiya pir alî, hevgirtî û hunermend a hevrê Mizgîn, nîşaneya destanbûyîna jinên Kurd e."
-
-
Rojên Festîvala Çanda Kurd a 9’an dest pê dikin
Rojên Çanda Kurd a Kevneşopî I navbeyna 9-12’ê Gulanê de li Nurnbergê dest pê dikin. Li gel konser, pêşangeha resman, folkoar û nîşandanên hunerî wê film jî werin nîşandan û panel werin lidarxistin.
-
-
Festîvala Amedê ya 6’an dest pê dike
Festîvala Şanoyê ya Amedê ku cara 6’an e wê çêbibe, lîstikên komên şanoyê yên ku wê ji Stenbol, Wan, Silêmanî, Kerkûk û Mehabadê werin, wê werin nişandan.
-
-
-
Fîlmê xwe bîne û were!
Mihrîcana FîlmAmed a Belgefilman piştî ku salekê navber dayê, careke din wê li dar bikeve.
-
Qedexeya girtina masiyê Incî Kefal dest pê dike
Ji bo Incî Kefalî ku tenê li Gola Wanê dijîn 15’ê Nîsanê qedexeya girtina wan dest pê dike. Lê ji ber sedema sersarî, masîgiriya qedexe, HES’an û bendan bi sedan hezaran masî beriya ku hêkan bikin dimirin.