9’emîn rojên Çanda Kurd dest pê kir

Li bajarê Elmanya Nûrnbergê 9’emîn Rojên Çanda Kurd dest pê ki a ku weke kevneşopiyekê didome.

Li bajarê Nûrnbergê aktivîteya Rojên Çanda Kurd a 9’emîn dest pê kir a ku bûye kevneşopî.

Bi sedan Kurdistaniyên ku cil û bergên netewî li xwe kiribûn saet di 17:00’an de li Qada Plarrerê bi dahol, zirne û erbaneyê heta salonê meşiyan a ku çalakiyên Rojên Çanda Kurd lê tê lidarxistin.

Çalakiya destpêkirinê ji aliyê endamên meclîsa şaredariya Vîlla Leon û bi beşdarbûna parlamenteran wê bê kirin. Îro di çalakiyê de ew ê Heval Trîo û Yelda Abbasî derkevin ser dikê.