'Bi rengê seferberiyê xwedî li zimanê xwe derkevin'

KNK û Înstîtuta Kurdî ya li Elmanyayê işaret bi xeteriyên li ser zimanê Kurdî kirin û bang li hemû Kurdan kirin ku bi seferberiyeke giştî xwedî li zimanê xwe derkevin û li hemû qadên jiyanê bi kar bînin.

Komîsyona Ziman, Perwerde, Çand û Hunerê ya KNK'ê û Înstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistê li Elmanyayê, bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyam dan û Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin.

Di destpêka daxuyaniya KNK'ê de hate gotin, "Di nava zimanên neteweyên bêdewlet de, yek ji zimanê dewlemend ê ji mirovahiyê re malovanî kiriye, li gel qirkirin, bişavtin û her cure astengiyan hebûna xwe heta îro bi berdêlên giranbiha parastiye, Zimanê Kurdî ye."

HAWARA CELADET BEDIRXAN Û HEVALBENDÊN WÎ, BANG Û QÎRÎNA KURDAN BÛ

Komîsyona KNK'ê destnîşan kir, Hawara Kurdan ku ji aliyê Celadet Bedirxan û hevalbendên wî ve  di 15'ê Gulana 1932'an de hate weşandin, di heman demê de bang û qîrîna Kurdan bû û wiha dewam kir:

"Me jî wek KNK'ê guh da vî dengî û em ji sala 2006'an û vir ve 15'ê Gulanê weke cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Her wiha ev roja pîroz ji aliyê hemû rêxistin, sazî û tevahî girseyên gelê Kurd ve jî hatiye pejirandin û tê pîrozkirin. Em bi vê yekê gelekî dilxweş û serbilind in."

KNK'ê Cejna Zimanê Kurdî destpêkê li dayik û hemû Kurdan pîroz kir û got, "Wek tê zanîn, neteweyek bi çand û hunera xwe tê nasîn. Hîmê bingehîn ê çand û hunerê jî ziman e. Eger ziman nebe, çand û huner jî ava nabe. Em baş pê dizanin, neteweyan hebûna xwe li ser van hîman ava kirine û ava dikin, wê ava bikin. Ji ber vê jî, bi taybetî di vê roja em tê de ne ku sînor û tixûb ji holê rabûne, ji bo hişmendiya neteweyî girîngiya ziman hê xurtir û girîntir bûye.

'XETERIYÊN MEZIN LI PÊŞIYA ZIMANÊ ME HENE'

Her çiqas ji ber xurtbûn û berxwedêriya Zimanê Kurdî û têkoşîna Kurdan a bêhempa, pêşî li hin xetereyên tunekirina zimên werin girtin jî, lê îro em dibînin li Bakurê Kurdistanê, li metropolên dagirkeran û li diyasporayê hê xetereyên mezin li pêşiya zimanê me hene û ji holê ranebûne. Ji van xetereyan yek jî bi dil xwepişaftin (otoasîmîlasyon) e. Li van qadên ku me bi nav kirine, êrîşên mezin ên curbicur li ser Zimanê Kurdî hene. Bi taybet li Bakurê Kurdistanê ji ber êrîşên faşîzan ên Dewleta Tirk a ku di bin fermandarî û desthilatdariya AKPê de tê birêvebirin, hemû sazî, komel, çapemenî û tezgehên li ser Zimanê Kurdî bi sînor be jî, dixebitîn, hatin girtin û berpirsên wan hatin zîndankirin. Îro li Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî êdî nikare bêhna xwe jî vede."

KNK'ê bi bîr xist ku li gorî daneyên UNESCO'yê, li rûyê dinê bi qasî 6 hezar ziman tên axaftin û hate gotin, li gorî vê saziyê heta dawiya sedsala 21'an nêzî 2.500 ziman dimire û ji holê radibe.

KNK'ê destnîşan kir ku bi taybetî du zaravayên kurdî, Hewramî û Kirmanckî-Dimilkî bi vê xetereyê re rû bi rû ne û got, ji bo vê divê têkoşîneke me Kurdan a xurt hebe.

'JI BO ZIMANÊ ME JI DEST NEÇE EM BANGA SEFERBERIYEKE GIŞTÎ DIKIN'

Di dewama daxuyaniya KNK'ê de hate gotin, "Em dîsa dibêjin, Zimanê Kurdî li gel biryara dagirkeran a parçekirin û tunekirinê jî, wê hebûna xwe biparêze û jiyana xwe bidomîne. Ji ber ku di vê rê de xebatên bê hempa hatine kirin û berdêlên mezin hatine dayîn. Bi hezaran cangoriyan di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane. Helbet divê berhemên wê berxwedana pîroz winda nebin.

Ji bo zimanê me ji destê me neçe, em banga seferberiyeke giştî dikin û ji hemû Kurdan daxwaz dikin ku bila li zimanê xwe xwedî derkevin. Bila zimanê xwe di hemû qadên jiyanê de bi kar bînin. Eger zimanek di serî de di qada perwerdeyê de bi cih nebe, di qada siyasî, hemû qadên aborî, bazirganî, çand û heunerî de neyê bikaranîn û di nava hemû çîn û qatên civakî de belav nebe, ew ziman bi mirinê re rûbirû dimîne."

ÎNSTÎTUTA KURDÎ: PÎROZKIRINA CEJNA ZIMAN TÊRÊ NAKE

Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistê ya li Elmanyayê jî bi daxuyaniyeke nivîskî cejna zimanê Kurdî pîroz kir û got, "Pîrozkirina cejna zimanekî helbet pir girîng e. Lê, pîrozkirin tênê têrê nake. Divê mirov wî zimanî biparêze, bi pêş ve bibe û wî bigihêjîne girseya gel, da ku ew ziman karibe bijî.

Înstîtûta Kurdî jî işaret bi xeteriyên li ser zimanê Kurdî kir û got, "Eger em li Bakur û Rojhilata Kurdistanê û bi taybeti jî, li metropolên Tirkiyeyê, Îranê û li diyasporayê bi giyan û hewleke seferberî ranehêlin vê mijarê, em ê nikaribin zimanê xwe ji vê xetereyê, ango ji xetereya mirinê rizgar bikin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî divê hemû sazî, rêxistinên siyasî, yên olî û hemû malbat bibin yek û li dij vê xetereyê xwe berpirsiyar bibînin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Ziman, zimanê hemû Kurdan e. Divê hemû Kurd; dewlemend, feqir, jin, mêr, mezin, biçûk her kes di vî warî de xwe berpirsiyar bibîne û bi ruheke seferberî nêzîkî vê pirsgirêka hesas bibe. Di vê qadê de derfet hene.

Banga me ji bo hêz û rêxistinên siyasî, çandî, hunerî, pîşesazî û bi taybetî malbatên Kurd ew e: Werin em bibin yek û di her qadên jiyanê de berpirsiyariyên xwe bînin cih. Werin, her qadên jiyanê bikin dibistan. Werin ji bo perwerdekirina mamoste û dersdaran hêzên xwe bikin yek. Werin li dewletên ku em lê dijîn, seferberiya qeydkirina zaroyên xwe bidin destpêkirin, da ku zimanê me bikeve dibistanên dewletên ku em lê dijîn."