Li Cannesê sala jinan

Jinên ku ev 70 sal in di Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Cannesê de têra xwe cih ji xwe re nabînin, îsal weke ku tola xwe hilînin derketin ser dikê.

Festîvala Fîlman a Cannesê ya cara 71’an îşev bi merasîma xelatan bi dawî dibe. Di festîvala îsal de ji bo ‘Palmiyeya Zêr’ sê fîlm hene yên ku derhênerên wan jin in.

Jin di Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Cannesê de mîna ku tola xwe hilînin derketin ser dikê. Van demên dawî, di her derfet û delîveyê de her çendî hin jinan Cannes protesto kiribin jî ev çalakî tim lewaz man. Lê îsal ji ber ku seroka festîvalê jin bû, bi vê avantajê çalakiyeke bêhtir rêxistinî çêbû. Bi vî rengî jî çalakiya jinan mohra xwe lêxist.

82 jin dest dane ev, li ser xalîçeya sor meşiyan û ev helwesta festîvalê şermezar kirin. Sedema hilbijartina 82 jinan jî ew bû ku di dîroka 70 salî ya festîvalê de 82 fîlmên derhênerên jin hatin nîşandan û li bara vê jî 688 fîlmên derhênerên mêr hatin nişandan. Bi tevahî 71 mêran xelata ‘Palmiyeya Zêr’ stand, tenê di sala 1986’an de xelat dane derhêner Jane Campîon. Ev jî bû sedema çalakiyeke wiha. Bêguman her sal di katogeriyên dî de jî fîlmên jinan têne nîşandan, lê dema ku mijar tê ser xelatan, mêr xelatan di nav xwe de par ve dikin û jinan li derve dihêlin. Hêrsa jinan jî tam li dijî vî tiştî ye. Îsal jî fîlmên jinan di festîvalê de hatin nîşandan. Sê ji van ji bo ‘Palmiyeya Zêr’ ketine pêşbaziyê.

JINÊN KU TÊRA XWE HEQ DIKIN

Ji ber sedema ku seroka jûriyê û 5 endamên wê jin in, li kulîsan her çendî were gotin, ‘’fîlmekî jinan teqez wê xelatê bistîne’ jî mirov nikare encameke teqez derxîne. Îsal gelek fîlmên jinan hene ku têra xwe ‘Palmiyeya Zêr’ heq dikin. Ji bilî vê, di kategoriyên dî de jî fîlmên derhênerên jinan û fîlmên bi temaya jinan têne nîşandan.

Li gel fîlmê Ev Husson a bi navê ‘’Gîrls of Sun’’ ku têkoşîna jinên Kurd ên dijî DAÎŞ’ê vedibêje, fîlmê derhênera jin a Lubnanî Nadîne Labakî ‘’Capharnaum’ û fîlmê derhênera Italî Alîce Rohrwacher a bi navê ‘’Lazzaro Felîce’’ jî di pêşbaziyê de ne. Ji bilî van Fîlmên derhênera Sûriyeyî ku li Parîsê dijî Gaya Jijî ‘’Mon Tîssû Prefere’’ û ya derhênera Farslî Meryem Benm Barek a bi navê ‘’Sofîa’’ jî ji bo ‘’Kameraya Zêr’’ ketine pêşbaziyê. Di heman beşî de fîlma bi navê ‘’Manto’’ ya derhênera Hindîstanî Nantdîta Das û fîlma bi navê ‘’Rafîkî’’ ya derhênra Kenyayî Wanurî Kahîun jî heye.

Di van fîlman de welat, cografya her çendî cuda bin jî, dram, arîşe yek in. Hejarî, zexta li ser jinê, cihêkariya zayendîparêz, pergala serweriya mêr tê destnîşankirin û rexnekirin.