Qedexeya girtina masiyê Incî Kefal dest pê dike

Ji bo Incî Kefalî ku tenê li Gola Wanê dijîn 15’ê Nîsanê qedexeya girtina wan dest pê dike. Lê ji ber sedema sersarî, masîgiriya qedexe, HES’an û bendan bi sedan hezaran masî beriya ku hêkan bikin dimirin.

Incî Kefalî ku li Gola Wanê dijîn bi 21’ê Adarê Newrozê re ji bo ku li xwe zêde bikin ber bi çeman ve diçin, ji bo vê jî di navbeyna 15’ê Nîsanê û 15’ê Tîrmehe de girtina wan qedexe ye. Li gel vê jî, ji bo ku tevdîr kêm im û hin rayedar ji girtina bi qeçaxî ya masiyan para xwe digirin bi milyonan masî bêyî ku hêkan bikin têne girtin.

Li gel hemû qedexeya girtina wan jî 3 milyar masî diçine wê dest bi rêwîtiya bêhempa bikin. Koça Incî Kefalî ku li dinyayê mînaka wê nîn e û mezintirîn koça masiyan a dinyayê ye berevajî herma çeman wê biçin û weke her salê masiyan bihêlin. Weke hezaran salan îsal jî wê wê bûyereke bêhempa ya sirûştê xuya bike. Dema koça Incî Kefalî bi hezaran turîstên biyanî û xwecih têne Wan û navçeyên wê. Incî Kefalî ku yek ji nirxê çandî û aborî ya Wanê ye her wiha bi hezaran mirov jî debara xwe lê dikin. Di dema zêdebûnê de ji ber girtina wan hindik maye ku biqelin.

Serokê Komeleya Derdorê ya Wanê (ÇEV-DER) Alî Kalçi got şaredarî û walîtiya Wanê derbarê qedexeyê tenê afîşek daleqandin, li ser qedexeya girtina masiyan Şaredariya Mezin a Wanê û Walîtiya Wanê tevdîr têra xwe nestandin û got li ser çemen ku diçine ser gola Wanê HES çêkirine û ji ber vê jî çem lewitî ne û ziwa bûne û liv an çemen lewitandî û ziwa bûyî bi hezaran masî dimirin.

Kalçi her wiha got çem ji bo avdanê têne bikaranîn û li ber çeman bend têne danîn û ev jî dibe asteng ku masî nikaribin koç bikin û vedigerin Gola Wanê, ev jî dibe sedem ku bi milyonan masî bêyî ku hêkan bikin, bimirin.