Şanoya bi Kurdî gelekî balê dikişîne

Lîstikên şano yên Kurdî ku dema dawî li Wanê tên nîşandan gelekî bala gel dikişînin.

Tevî ku bi ragihandina Rewşa Awarte re qedexeyên li ser Kurdî zêde bûn, gelek sazî hatin û giritn û desteserkirin jî lîstikên şano yên li Wanê tên nîşandan gelekî bala gel dikişînin.

Koma Şano ya Nûpelda lîstika xwe ya bi navê "Mal yek e, diz hezar e" li salona şano ya dewletê ya Wanê 10'ê Nîsanê pêşkêş kir. Lîstikê gleekî bala şêniyên bajêr kişand.

Kesên ku li lîstikê temaşe kirin anîn ziman ku wê di her şert û mercî de xwedî li zimanê xwe derkevin. Temaşevanan gotin, "Zext û qedexe nikarin bi me û zimanê me. Berevajî, qedexe û zext dibin sedem ku em hê bêhtir xwedî li zimanê xwe derkevin. Çand û zimanê me gelekî kevn in.  Bi qedexe û zextan tine nabin. Weke gelê Kurd di nava her şert û mercî de em ê xwedî li zimanê xwe derkevin. Ev lîstika şano ji ber ku bi Kurdî de ye, her kes hat ji bo lê temaşe bike. Çand, ziman û dîrokeke me heye. Em ê xwedî li wan derkevin."