ÇAND Û HUNER
Hemû Nûçe
-
Ciwanên Kurd 21’ê Cotmehê li Bergîsh Gladbachê wê werin cem hev
Ciwanên Kurd ên ku li Ewropayê dijîn 21’ê Cotmehê li Bergîsch Gladbach a Elmanya wê werin cem hev. -
Modernîteya Demokratîk bi hejmara ‘Civaka Exlaq û Politîk’ derket
Kovara teorî û fikrê Modernîteya Demokratîk ku 3 mehan carekê derdikeve hejmara 25’an bi sernavê “Civaka Exlaq û Politîk” derket. Kovar serî de li Kovara Lîlav, Kirmizi Kedî, Mephîsto tê firotin. -
Hejmara 7 a Psychology Kurdî derket
Hejmara 7’an a yekemîn Kovara Derûnnasiyê ya Kurdî Psychology Kurdî bi naverokeke dewlemend derket. -
Weşanxane: Li fûara Amedê eleqeyek mezin ji Kurdî re heye
Weşanxaneyan diyar kirin ku tevî hemû zextan li fûara pirtûkan a Amedê eleqeyek mezin ji bo Kurdî tê nîşandan û nehatina TUYAP’ê ya 3 sal an a ji bo bajêr jî rexne kirin. -
Pirtûka 'Şoreşa Rojava' kete ber destê xwendekarên Îranî
Pirtûka 'Şoreşa Rojava' ku Kampanyaya Tatort Kurdistanê 2015'an bi Elmanî çap kirî, bi çapa Farsî giha ber destê Îraniyên li Swêdê. -
Hozanê ku temenê xwe dayî hunerê: Zulfî Yoldaş
Zulfî Yoldaş ê ku li Sûrê dijî, bi 17 pirtûkên helbest ê û bi denhan stran û 100 hezar erbane temenê xwe daye hunerê. -
Hefteya Çandê ya Kurdistanê ya Brukselê bi dawî bû
Hefteya Çandê ya Kurdistanê ya ku li Belçîkayê pênc sal in li dar dikeve, piştî çalakiyên sê rojan bi dawî bû. -
'Festîvala Zehra Dogan a cîhanên cuda' dewam dike
'Festîvala Zehra Dogan a cîhanên cuda' ku li bajarê Morlaîx ê Fransayê tê lidarxistin, di roja duyemîn de dewam dike. -
Hefteya Çandê ya Kurdistanê ya li Brukselê dewam dike
Hefteya Çandê ya Kurdistanê ku li paytexta Belçîka Brukselê tê lidarxistin di roja duyemîn de bi merasîma daweta Kurdan dewam kir. -
Hefteya Çandê ya Kurdistanê li Brukselê dest pê kir
Pêncemîn Hefteya Çandê ya Kurdistanê li paytexta Belçîka Brukselê dest pê kir. -
Xwediyên Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter hatin eşkerekirin
Xwediyên Xelatên Rojnamegeriyê ya Şehîdên Çapemeniya Azad û ya Mûsa Anter hatin eşkerekirin. -
Çîrokên kesên xwe feda kirin: Barana Ewran
Pirtûka Denîz Bilgî, ''Barana Ewran /Di kozikên Kobanê de çîrokên berxwedanê'' (Bulut Yağmuru/Kobanê siperlerinde direniş hikayeleri'' derket. Pirtûk berxwedana Kobanê kiriye mijara xwe û ji 150 çîrokî pêk tê. -
Rîtma çiyê ya gerîla Tolhildan
Delîl Tolhildan ku beriya şoreşa Rojava di nav xebatên çand û hunerê de bû got ew dixwaze xeyala hevrêyên xwe yên şehîd pêk bîne û domand, ‘’Peywira min e ku ez li nirxên Hozan Mizgîn, Şehîd Sefkan afirandine xwedî derkevim’’. -
Li Heskîfê talan didome
Dewleta Tirk li Heskîfê dîroka 12 salî talan dike. Îro jî tirbek ji cihê xwe hate rakirin û birin cihekî din. -
Festîvala Çanda Kurd a Skandînavyayê li Stockholmê pêk hat
22. Festîvala Çanda Kurd a Skandînavyayê li salona Solna ya paytexta Swêd Stockholmê pêk hat. Ji gelek bajarên Swêdê Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn. -
Di Festîvala Navnetewî ya Şanoyê ya Mêrîwanê de xelat hatin dayin
Festîvala Şanoyê ya Navnetewî ku cara 13’an, 1’ê Îlonê li Mêrîwanê dest pê kirî bi dawî bû. Kesên ku tevlê bûbûn hatin xelatkirin. -
Dîşkaya: Dixwazim deng û helbestên Kurdî bigihînim guhdaran
Yûnûs Dîşkaya got, "Ez nizanim bê li muzîka min tê guhdarîkirin an na. Lê li cihê ku lê tê guhdarîkirin, heta ku ji destê dixwazim deng û helbestên Kurdî bigihînim guhdaran." -
Weşanxaneya Sîtavê 8 pirtûkên nû çap kirin
Weşanxaneya Sîtavê 6 jê bi Kurdî 8 pirtûkên nû çap kirin. -
Festîvala 8'ê Îlonê xwedî bernameyeke dewlemend e
Kurdistaniyên li Ewropayê xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî re amade dikin. -
Pirtûka 'Amara' digihêje ber destê xwendevanan
Bergê destpêkê yê pirtûka "Amara" ku ji aliyê Weşanxaneya Mezopotamyayê ve hate çapkirin, 8'ê Îlonê digihêje ber destê xwendevanan. -
4 albûmên nû wê li festîvalê pêşkêşî guhdaran bên kirin
Mîr Muzîk wê di Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî de ku wê 8'ê Îlonê li bajarê Dînslaken ê Elmanyayê bê lidarxistin, 4 albûmên nû pêşkêşî guhdaran bike. Hunermendên ku wê tevlî festîvalê bibin, wê li standa Mîr Muzîkê albûman îmze bikin. -
Dengbêj Koçer: Her klam dîrokek e
Dengbêj Evdilezîzê Koçer got, "Divê em têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bi klamên xwe bikin belge." Û bang li civata dengbêjan kir ku reseniya berheman xera nekin. -
Festîvala Fîlman a Nancy bi du fîlmên Kurd dest pê kir
Festîvala Fîlman a Nancy ya Navnetewî di navbeyna 24’ê Tebaxê û 1’ê Îlonê de ye. Di festîvalê de fîlmên bi temaya Kurdistanê hene. -
Şaristaniya Urartûyan jî tine kirin
Keleha Wanê ku beriya bi 3 hezar salan ji hêla Urartûyan ve hatî çêkirin bi navê restorasyonê ji hêla dewletê ve tê tinekirin. -
Dibistanên li Elmanyayê vebûn: Mamosteyên Kurdî nînin
Li Elmanyayê ku zêdeyî milyonek Kurdistanî hene, tenê 2 hezar û 200 zarok tevlî dersên Kurdî dibin. Hejmara mamosteyên Kurdî jî 50 ye. Li eyaleta NRW'ê, tevî ku 1000 zarokan qeyda xwe çêkirin, ji ber ku mamoste nîne, nikarin dersê bibînin.