Rojên Festîvala Çanda Kurd a 9’an dest pê dikin

Rojên Çanda Kurd a Kevneşopî I navbeyna 9-12’ê Gulanê de li Nurnbergê dest pê dikin. Li gel konser, pêşangeha resman, folkoar û nîşandanên hunerî wê film jî werin nîşandan û panel werin lidarxistin.

Rojên Çanda Kurd ku ji hêla Komeleya Çanda Kurd a Mala Gel a Medyayê ve tê amadekirin, îsal cara 9’an wê li Elmanya, li bajarê Nurnbergê yê eyaleta Bayernê wê bi hunerhezaran re hev bibîne. Festîval wê 9 rojan bidome. Li gel konser, pêşangeha resman, folklor û nîşandanên hunerî wê film jî werin nîşandan û panel werin lidarxistin.

RÊVEBERIYA ÇANDÊ YA ŞAREDARIYA NURNBERGÊ DESTEK DA

Konê Çandê (Konê Reş) ku ji jiyana Kurdan hin aliyan nîşan dide 4 rojan wê vekirî bimîne. Festîval ku bi desteka Rêveberiya Çandê ya Şaredariya  Nurnbergê distîne Çarşemê saet 16.00’an bi meşa meydana Plarerê wê dest pê bike. Piştre saet 18.00’an li Komeleya Çanda Kurd a Mala Gel Medyayê jin, zarok, ciwan û koma govendê wê were ser dike û Rojên Çanda Kurd li Vîlla Leonê wê dest pê bike. Her wiha, heman rojê piştî ku koma ‘Heval Trîo’ bi pêşegniya Hogire Goregen li muzîkê dan Yelda Ebbasî wê stranan bibêje. Roja duyan a festîvalê fîlma ‘Zer’ a bi derhêneriya Kzim Oz li Fîlm Haus K4’ê wê were nîşandan.

BERNAME WÊ BI KONSERA XÊRO EBBAS BIQEDE

Roja sêyan jî saet 18.00’an li Vîlla Leonê bi nave ‘’Li Rojhilata Navîn mafê microvan, azadî û demokrasî’ wê panêlek were lidarxistin. Kerem Schamberger, Ozdal Uçer û Ahmet Nesîn wê bibin panelist. Li gel panêlê wê koma muzîkê ya Komeleya Çanda Kurd a Mala Gel Medya jî stranan bibêje.

Roja dawî ya festîvalê stranbêj Denîz Deman wê konserekê bide. Dawiya Rojên Çanda Kurd wê bi konsera Xêro Ebbas be.