Di Forma Ziman a Cîhanê de zimanê Kurdî û destanê wê hate nasandin

Di Forma Ziman a Cîhanê ya li Marsîlyayê hate lidarxistin de li gel zimanê Kurdî û zaravayên wê destanên Kurdî û nivîskarên wan jî hatin nasandin.

Di Forma Ziman a Cîhanê ya li bajarê Marsîlya yê Fransayê hate lidarxistin de li gel zimanê Kurdî û zaravayên wê, dîroka motîfan, destanên Kurd û nivîskarên Kurd hatin nasandin. Di standa ji bo Forma Ziman a Cîhanê hate vekirin de li gel destanên Gilgamêş, Şahmaran û pirsgirêkên têkildarî wêjeya Kurdî jî pêşkêşî hate kirin. Di aktivîteya ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Şimezû ve hevpar hatin lidarxistin, têkildarî ziman û dîroka Kurdî berhem hatin pêşkêşkirin.

Yuksel Ozgurt a têkildarî zimanê Kurdî û zaravayên wê nirxandin kir, anî ziman ku zimanê Kurdî yek ji zimanê herî kevin ê Rojhilata Navîn e, tevî desthilatdarî û serweriya hezaran salan hê jî xwe ji aliyê hêzên desthilat ve polîtîkayên helandinê li ser tê kirin. Oztur destnîşan kir ku tevî her tiştî gelê Kurd ziman û çanda xwe parastiye.

Piştî berhemên 30 zimanên ku rastî tinebûnê tên hatin kirin û şûnde, aktivîte li ber stranên Ozan Suleyman Çelîk govend gerandin.