Di nêz de wê 400 mîlyon zarok ji perwerdehiyê bê par bimînin!

Li tevayî cîhanê heta niha 260 mîlyon zarok naçin dibistanê, ger tedbîr neyê girtin wê heta 2030’an ev hejmar bibe 400 mîlyon zarok.

Li New Yorkê ji aliyê Komîsyona Perwerdê ya Netewên Yekbûyî (NY) konferansek hate lidarxsitin. Tê hedefkirin ku fona pêwîst ya ji bo mafê perwerdê yê bi sed mîlyonan zarok were parastin. Di konferansê de ji bo piştgirîdayîna xebatên ji bo dibistanan li tevayî cîhanê herî kêm komkirina 10 mîlyar dolar hate diyarkirin.

400 MÎLYON ZAROK WÊ JI PERWERDEHIÊ BÊPAR BIMÎNIN

Berpirsê perwerdehiyê yê Netewên Yekbûyî û Serokê berê yê Îngîltere Gordon Brown di konferansê de axivî û wiha got; “Di sala 2015’an de ji bo kêmkirina hejmara zarokên ku naçin dibistanê 260 mîlyon li cihekê, di 2030’an de 400 mîlyon zarok piştî dibistana seretayî wê neçin dibistanê.” Ev jî tam dibe nîvê zarokên li cîhanê.

NIVÊ CÎHANÊ JI PERWERDEYÊ BÊPAR DIMÎNE

Brown diyar kir ku di perwerdeya zarokan de rastiya herî bi êş newekhevî ye û wiha got; “Li cîhanê tişta herî xerab ev e ku, kesên ku ew ê dahatûya me diyar bikin, ji mafê perwerdehiyê mehrûm bûne.”

Sekreterê Giştî yê NY Antonîo Gûterres di konferansê de axivî û diyar kir ku bidestxistina fona 10 milyar dolar ew ê ne bi hêsanî be.

Di konferansê de ji bo projeyê alîkarî tê xwestin. Proje hewl dide li welatên hejar 20 milyon zarokan perwerde bike. Tê diyarkirin ku welatên YE, DYA, Kanada, Çîn, Koreya Başûr û Japonya dikarin piştgiriyê bidin vê projeyê. Bankeya Pêşveçûnê ya Amerikayiyan, Bankeya Pêşveçûnê ya Afrîkayê, Bankaya Pêşveçûnê ya Asyaê û Bankeya Binesazî û Pêşveçûnê ya Ewrûpayê jî piştgiriyê dide bernameya ku roja Înê hate eşkerekirin.