Festîvala 10’an a Dersimê ya Ewropayê li Frankfûrtê dest pê kir

Festîvala 10’an a Dersimê ya Ewropayê li bajarê Elmanya Frankfûrtê dest pê kir.

Di festîvalê de panêla bi navê ‘’Ji Dersimê heta bi Efrînê’’ panêlek hate dayin, di panêlê de hate gotin komkujiyên li ser Elewiyan hê jî berdewam dikin û bang hate kirin ku her kes li dij vê derkeve.

Festîvala 10’an Dersimê ya  Ewropayê ku her sal tê kirin,  şevê dî dest pê kir. Festîval ji hêla Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Federasyona Yekîtiya Dersimê ya Demokratîk a Ewropayê (ADEF), Cemîyeta Nû Avakirina Dersimê, Komeleya Dijî Qikirina Dersimê û Dersimê Sporê ve hate organîzekirin û her wiha gelek saziyan jî destek da. Festîval bi panêla ‘’Ji Dersimê heta bi Efrînê Qirkirin’’ dest pê kir. Di panêlê de nivîskar-lêkolîner Erdogan Aydin, siyasetmedara Îmam Canpolat û lêkolîner Huseyîn Yilmaz axivîn. Di axaftinan de hate gotin di sala 80’yî de qikirina ji Dersimê heta bi EFrînê dewm dike û divê li dij vê helwest were nişandan.

 ‘KOMKUJÎ DIDOMIN’

Di panêlê de lêkolîner-nivîskar Erdogan Aydin serdest ji bo ku komkujiyan rewa bikin xwedî vegotinên cuda ne û got serokwezîrê demê Celal Bayar li ser qirkirina Dersimê gotiye, ew mecbur mane ku vê komkujiyê bikin lê bac û leşkerên ku wê demê Dersimê dida ji ya Aydin, Sînop û Sêrtê cuda bûye. Aydin got di navbeyna rastî û qirkirina rastiyê de cihêtiyeke mezin heye, rastî pir cuda ne û got, ‘’Ev plana mêtingeriyê ye’’. Aydin bal kişande ser polîtîkayên dewleta Tirk û got, ‘’Li gel ku 90 sal di ser re derbas bûye jî hê jî li coğrafyaya me komkujî didomin.’’

 ‘DIVÊ MIROV GOTINÊN SEYÎD RIZA BAŞ FÊHM BIKE’

Lêkolîner Huseyîn Yilmaz bal kişande ser dîroka Dersimê û got, li Dersimê guman li ser hikûmeta komarê hebûya û domand, ‘’Difikirîn ku ji ya Osmanî ne cuda be. Jixwe wiha dibe. Di danûstandinan de dewlet tim dixapîne. Sozan dide lê bi cih nayîne. 1937-1938’an operasyonê dikin û komkujiyan dikin.’’

Siyasetmedara Îmam Canpolat jî bal kişande ser êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê û got, ‘’Qirkirina ku li Dersimê dest pê kirî îro li Efrînê didome. Em ji bo ku li dij vê derkevin divê em gotinên Seyîd Riza baş fêhm bikin. ‘’

Roja pêşî ya festîvalê bi lawijên Hozan Alî Baran, Serap Mutlu Barak û Kîrvem Erdal qediya.

BERNAMEYA ZENGÎN

Bernameya îro ya festîvalê têra xwe dewlemend e. Gelek hunermend ku di nav wan de Ferhat Tûnc, Grûp Munzur, Yelda Abbasî, Sîlbûs Û Tarî, Denîz Deman, Zarîfe, Mehmet Ekîncî, Taylan Yildiz, Veysel Aydin, Grûp Les Etoîles de Botan jî hene wê stranan bib^jein. Her wiha Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan, namzetê parlementeriyê yê HDP’ê Alîcan ê Dersimê Alîcan Onlu, Şaredarê Ovacikê M. Fatîh Macoglu, Mazgîrt Tekîn Turkel, Serokê ADEF’ê Muharem Erdogan, Serokê ADEDEF’ê Alî Haydar Ben, Serokê FEDA’yê Bedran Yildirim, lîstikvanê Dersim Spoê Denîz Nakî û Ismaîl Ozen wê biaxivin. Her wiha li ser Dimilkî wê panêlek hebe.