Rojnamevan Farûk Saglam ku ev nêzî 30 sal in li Kurdistanê û Ewropayê nûçegihaniyê dike 60 bûyerên girîng ên vî 60 salê dawî ku mohra xwe li Kurdistanê daye bi navê ‘’Ewroj /Ji Dîroka Nêz 60 bûyer’’ kire pirtûk. Pirtûka ku bi Kurdî hatî amadekirin beriya bi çend rojan ji Weşanên Mezopotamyayê derçû.
Pirtûk doza xwendekarên Kurd ku bi rengê ‘’Doza 49’an’’ tê zanîn, 1978’an avabûna PKK’ê, destpêka şerê çekdarî yê Kurdan ên li dijî dewleta Tirk a 15’ê Tebaxê, Komkujiya Halepçe, avabûna MED TV, Komkujiya Roboskê û herî dawî berxwedana xwerêveberiyê ya 2015’an a Bakur di nav xwe de vedihewîne.
Pirtûk xwe dispêrê wêne û belgeyan û îfadeyên şahidên demê. Nivîskar li ser pirûkê got, ‘’Teqez divê li mala her Kurdî hebe’’.
Sakik got ji pirtûkê armanca wî ew e ku bûyerên 60 salî dawî ji nifşê nû re bihêle.
Sakik dibêje ku ewî ev pirtûka navborî beriya niha di Roj Tv û Stêrk TVde di bernameya ‘Arşîv’ê de weşandiye, bûyerên girîng wên dîroka nêz in û ev dîrok diviya mayine bibûya, ji bo vê sedemê jî pirtûk hazir kiriye.
Sakik li ser armanca xwe ya hazirkirina pirtûkê jî wiha dibêje; ‘’Ji bo ku em ji zarokên xwe re û siberoja xwe re bihêlin min ev pirtûk hazir kir. Ji bo ku 60 bûyerên 60 salên dawî ji veguhezînim nifşê nû. Ji 1950’î heta 2015’an d ivan hemû bûyeran de êş hene. Ji bo ku ev neye jibîrkirin, dubare nebe û were zanîn min ev nivîsî.’’
Nivîskarê pirtûkê diyar dike ku pirtûk li ser sê bingehan ava bûye; doza 49’an, avabûna PKK’ê ya di 1978’an de û serdema xwerêveberiyê ya 2015’an.
Sedama vê jî wiha dibêje, ‘’Çima doza 48’an? Piştî serhildanan demeke dirêj bêdengiyek çêbû, 49 dixwazin vê bişkînin lê dewlet bi ser wan de diçe. Têkoşîna ku xwendekarên Kurd dixwazin bidin destpêkirin tê tepisandin. Dîsa bêdengî. Piştre nifşê 68’an û tevgerên xwendekaran, 1978’an ji nav tevgerên xwendekaran Apoyî PKK’ê ava dikin.
PKK pêvajoyek e. Armanca PKK’ê xweseriya demokratîk bû. 2015’an bi ragihandina xweseriya demokratîk ev armanc hate danîn. 49 bi ser neketin. 78’an rêxistinek ava bû, 2015’an gihaşte armanca xwe.’’
Di pirtûkê de mijarên ku dertên pêş; avabûna PKK’ê, 15’ê Tebaxê, kuştina Esad Yildiran, kuştina Cengîz Altûn, 1994’an avêtina parlamenterên DEP’ê û girtina wan, komkujiya Helepçe, Newala Qesaba, kuştina Vedat Aydin, avabûna MED TV, komkujiya Sêwasê û Şoreşa Rojava.
Sakik derbarê pirtûkê dibêje, ‘’Ev pirtûk bi wesfê lêkolîn, belgeyê ye. Bîr, dîrok û bibîranîn e..Divê li mala her Kurdî hebe. Tekana armanca mine w e ku nifşên nû vê zanibin. ‘’
Nivîskarê pirtûkê diyar dike ku wî bixwe şahidî ji hin van bûyeran re kiriye. Yên din jî bi nûçegihaniyê şopandiye. Şahidî şewitandina gundên Mûşê kiriye, tevlî cenazeyê Vedat Ayin bûye, şahidî destpêka rojnameya Serxwebûnê bûye. Her wiha bûye şaid ku DEP’î ji meclîsê hatin avêtin û girtin.
Rojnamevan Farûk Sakik her wih got komkujiya Roboskê, Ceylan Onkol pir bandor lê kiriye. Dema ku pirtûk amade kiriye psîkolojiya wî ne baş bûye, niha tedawiyê dibîen û her şev di xew de li qadeke şer e, li girtîgehê ye û din av kaosê de ye û dibêje, ‘’Ev bûyerên wiha kariger û li ser civakê şopa xwe hiştine, di bîrê de mane, diviya mayinde bibûna, ji bo nifşên nû bihatana veguhaztin. Bi vê fikre min ev pirtûk amade kir.’’