'Helbest rêya ravekirina nerazîbûnan e'

Helbestvanê Kurd Rojeng Rojbîr diyar kir ku der barê destpêka helbestê de gelek nîqaşên cuda henin û got; "Ne tenê di civaka me de li hemû dinyayê, di heman serdemê de dest pê kiriye. Ji ber ku helbest rêya ravekirina nerazîbûnan e."

Helbestvan, helbestên xwe dikin zimanê lihevparkirina hest û ramanê civakê. Cîhana xwe bi xwendevanan re parve dikin. Bi şêweyekî din bêjim, helbest cîhana lihevparkirina pêhesîn, hest, xeyal, hizir û ramanê ye. Raste helbest huner e, lê bi qasî hunerbûna xwe, amûra ragihandina hewcedarî ya jiyanê ye. Ew wijdana hevpariya civatê ye. Di helbestê de afirandina lihevparkirina hest, xeyal û ramanê heye. Li ser helbesta Kurdî em jî bi helbestvanê Kurd Rojşeng Rojbîr axivîn.

Di nav civaka me de, zehmetiyên nivîsandina helbestê çi ne û li gorî we ev huner çawa û kengê dest pê kiriye?

Di derbarê destpêka wê serdemê de, gelek nîqaş henin. Ne tenê di civaka me de li hemû dinyayê, di heman serdemê de dest pê kiriye. Ji ber ku helbest rêya ravekirina bertekan e. Ya ez pê bawer im, an jî dixwazim pê bawer bibim: Berî pêşketina ziman: bi  çav, hishisîn, gurpegurpa dil, deng , pelandina bireserekî an jî kirdeyekî re dest pê kiriye. Xwe lê girtina helbestê, qada herî zehmet ya edebî ye, ji bo kesên ku bi helbestê ve mijûl nabin, ravekirina vêya,  ji xwe lê girtina helbestê jî zehmettir e. Bêeleqeya ji bo berheman, ji xuliqandina berheman bêhtir diwestîne.  Siyaseta ku li ser welêt tê ferzfirin xwîneran ji xwendinê bêhtir, ber bi temaşekirinê ve bir. Ji bo nivîskarekî, berdêla van trajediyan helbet berhemdayîn e. Ji bo ravekirina van çend salên dawî dem divê. Çiqas dem, ewqas bi dem. S. Freûd dibêje: ‘Însên, seba  bextewariyê dest ji doza azadiyê berdan.’  Ev ravekirin ligel min bû sedema ravekirineka din.

Nivîskar, seba populîstiyê dest ji heqaniyetê berdan. Ji ber hê bêhtir bi nivîsê ve mijûl im, min peyva nivîskar bikar anî. Bi hemû kesên ku bi beşên hunerê ve mijûl in re peyda bû. Ev nexweşîn bû, bi çend kesî re peyda bûbû, di pey re li hemû kesî/beşî  belav bû. Yek ji encama vê kambaxiyê, ya herî sereke jî ev e: kir ku tu berhemên baş derneyên.  An xwe dûbare kirin, an jî hin ên din. Her sal bi dehan pêşbazî çê dibin, lijne her tim heman kes in, xelatgir her tim diyar in. Xelatê nadin hunerê, didin têkiliyê. Gidî! Civakeka ku êdî her titşî dizane peyda bû. Jê girîngtir, ji bo çi tu kes li ser vê bobelatê nanivîse? Pêşiyan gotiye: “ Hoste ew e ku şagirtê xwe ji xwe baştir bigihîne.” Va ye li ber çava ye, Şam jî gavek e, mişar jî. Nebû ezbenî, nebû. Ya ez pê diêşim, ev mîrateya me ya ku ji bav û kalan mabû, weke ku ji çend kesî re mîrat mabe, ket tekela çend kesî. Ez pê diêşim. Pirr. Ji xwe dipirsim, di vê mijarê de çi ji destên min tê? Ravekirina van rastiyan. Nexwe ev daxwiyaniya min e!
Li welêt, însan ne azad e, lê dema dest ji wê dozê berdan, bi ya min du carî têk çûn. Têkçûna dubare, berî tu hay ji xwe hebî, te di nav pergalê de dihelîne, an jî pergalê bi te ve dihelîne. 

Baş e, tu di kîjan şiverêyê de yî?

Ez dibêm qey di rêya rast de me.  

Dixwazim helbesta bi navê “bajar” ya  K. Kawavîs jî bînim bîra te û ji te bipirsim: Bajar çi bandorê li helbestê dike?

E. Said dibêje: "Zemanê mişextiyê rawestandî ye." Însanê bîrbir berê xwe bide kîjan welatî/zemanî akvaryûma xwe jî bi xwe re dibe. Helbesta tu behsa wê dikî, kêm zêde vê  realîteyê radixe ber çavan. Di dilê her helbestkarekî de ‘çûn’ek heye. Kîjan dem, kîjan bajêr, kîjan welat,! Ew bi xwe jî nizane. Çûn, hew çûn. Heger biçe ew ê bextewar bibe, neçe, mayîna wî ya li wî bajarî dê bibe helbest. Hin kes dixwazin bextewar bibin, ez ji wan kesan im. Bandora bajêr ne tenê li ser helbestê, li ser hunera giştî heye.Li ser teşegirtina kesayetiyê bi xwe jî heye.  Ne ez dinivîsim, civak bi min dide nivîsandin, ne ez dinivîsim, bajar bi min dide nivîsandin.  Dixwazim nimûneyeka pirr biçûk bidim:    Ji bo fêrbûna heyberên di jûra xebatê de dem divê, bi guhertina wan heyberan re jî, pêvajoya fêrbûna wan guhertinan. Ev wisa ye, dê her wisa be. Ya bi min dide nivîsandin di nav jêrzemîna bajêr de bêbajarî, di nav jêrzemîna welêt de bêwelatî ye.  Hinek ji wê bîrê, hinek ji wê aciziyê. Lê îllim jêrzemîn. 

Ji bajarê ku lê dijî hez dikî?

Na

Çiqas hez nakî?

Bi qasî ku nikaribim bersiva te bidim. 

Di navbera hêmayên te û nasnameya te de têkiliyeka çawa heye? Nasnameya te hêmayên te xwedî dike, an hêmayên te kêrtekî li nasnameya te zêde dike?

Pirsa te, pirseka felsefeyê anî bîra min: Bi pêşketina zimên re mejî bi ser ket, an bi pêşketina mejî re zimên bi ser ket?

Ev her du hêman hevdu xwedî dikin û li xwe zêde dikin. Em ne li welatekî aram dijîn. Welatê me dikare hezar dergûşî di sînga xwe de birazîne. Lê niha em koloniya koniyekî ne.
Em fahm dikin û didin fahmkirin, dişopînin û didin şopandin, dixwînin û didin xwendin. Ev yek heya deverekî êşa me ditevizîne, dikewîne. Ev êşbir e, hew êşbir. Piştî têsîra wê êşbirê diqede bi heman dojehê re rûbirû dimînî. Nasname, navname ye. Navname hêmaname ye. Dema ez bixwazim tiştekî bibêjim, berî tu dengê min seh bikî, ez seh dikim. Pêşî ji xwe re dibêjim, heger gotin ya derxistina derve be, yên li hemberî min jî seh dikin. Ango hêmayên min nasnameya min, nasnameya min hêmayên min e. Ev her wisa bû, dê her wisa be. 

Wêje çiqas dikare wijdanê însên bihejîne?

Em vê rastiyê jibîr nekin, ya dinyayê bi rê ve dibe ne wêje ye, siyaset e. Heyf û mixabin ku siyaset e. “Siyaset, ava şolî di qedeha paqij de dide vexwarin, dema tu pê dihisî, êdî pirr dereng e, zikê te dest bi sancoyên dike” dibêje derhênerek. Kulla hunermendan, pêknehatina aramiya dinyayê ye û seba pêkanîna wê bextewariyê, xebata bi dil û can e. Sekneka bi rûmet e, rewşenbîrî ye, rûspîtî ye. Adana wan ev e.  Ji bo azadiya civakê, dest ji doza azadiya xwe ber didin. Hinekî sêr e, hinekî  sêrbazî ye. 

Sêr

dest biavêjim kîjan jiyanê
milê min dertê li aliyê dinê

Tu kî dixwînî, kî dişopînî, kî dihebînî, bila xwînerên te ji niha û pê ve li benda çi bin?

Ji samîmiyetê hez dikim û pê bawer im. Dixwazim her nivîskarî bi heman dîsîplînê bixwînim, ne yekî dadaîst im, lê ji bilî zargotin û klasîkan, xwe li tu tiştî/kesî/ê  nagirim. Tiştên ku min dîtine dihebînim. Ji mirovên ku ji siya xwe hez kirine, hez dikim. Mirov bi saya serê tiştên ku dîtine heye. 
V. Mayakovskî dibêje : “Herkes heya 35 saliya xwe helbestkar e.”

Însan piştî emrekî diweste, rast e. Ez di wî emrê westandî de me. Dibêm qey heya sersalê dosyeya di nav lepên min de dê bigihije xwîneran. Hin nivîskar ji bo xwîneran, hin nivîskar ji bo xwe dinivîse, ez ji bo aram bibim dinivsîm, armanca min deşîfrekirina derhişî ye. ji bo dengê min ê hundirîn bitepise divinivîsim. Lê ev tepisandin jî heya deverekê, ji ber ku hêj bêhtir bi helbestê ve mijûl im. Helbest terapî ye, êşbir e, ew ne  derba neşterê ye. Lê weke ku derba neşterê, heta jê û wêdetir be pê bawer im. Helbest(kar)ek, dikare teqlekî li xwîneran bide, xwîner dikarin teqleqî li welatekî bidin. Welat dikare helbestkarekî aram bike. 

Bi jahrketina bajêr

go: jixwe ez çi jî bêjim hun baş dizanin
ma hewce ye ku pizdanê xwe nîşanî we bidim
bi şewba mirovan ketibû, qey di cî de avêtiye bajêr
dotira rojê bi jahrketina bajêr re jî mir
ne peykersazek peykerê wî saz kir
ne wênesazek wêneyê wî, bi xwîna wî
ne helbestkarek helbestekî li pey wî
ne jî derhinêrek zûm kir peyva wî

koleksiyonerek 
dê berhev bikirina çavên wî yên rijiyayî
bi cil û bergên wî yên qetiyayî re
ku pêrgî çopgerekî nehata


Hêza peyvê/Ev ne pif e tif e
Rûpel :90 
Weşan: Evrensel

Sêr
Rûpel: 85

Bi jahrketina bajêr
Rûpel:82