Fîlmê xwe bîne û were!

Mihrîcana FîlmAmed a Belgefilman piştî ku salekê navber dayê, careke din wê li dar bikeve.

Mihrîcana FîlmAmed a Belgefilman ku beriya niha bi piştgiriya Şaredariya Peyasê ya Amedê  dihate lidarxistin, ji ber tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariyê par çênebûbû.  Lê ekîba Mihricanê biryar standiye ku îsal di navbera 23 û 27’ê Gulanê de li Amedê bi dirûşmeya"Fîlmê xwe bîne û were" Mîhrîcanê li dar bixe. Der barê xebatên Mihrîcana FîlmAmede Endamê Komîteya Amedekar Ardin Dîren ji ANF’ê re axivî.

‘JI BER ZEXTAN MIHRÎCAN HATE BETALKIRIN’

Dîren da zanîn ku li Kurdistanê zêdetirî salek û nîv e dagirkerî tê meşandin û anî ziman ku piştî li Kurdistanê îradeya demokratîk ya gel bi riya qeyûman hatin desteserkirin û vir de hemû çalakiyên hunerî û mihrîcanên bi piştevaniya şaredariyan dihatin pêkanîn ji aliyên qeyûman ve hatin hatin betal kirin û wiha axivî: “Hemû cihên perwerde û qadên nîşandana çalakiyên hunerî hatin girtin. Mihrîcana FîlmAmed a Belgefîlman jî ji ber zext û êrîşên li ser qada hunerê sala borî Mihrîcan nehat lidarxistin û mecbûr ma ku were rawestandin. Li Kurdisanê li xwe negirtinek mezin li hemberî ziman, çand û hunera Kurdan heye. Bi taybetî jî êrîş li ser çanda Kurdan heye. Di mihrîcana ku beriya niha pênç car hatibû lidarxistin de ji çar perçeyên Kurdistanê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û her wiha ji gelek bajarên cîhanê fîlm û derhêner cih girtin. Berî qeyûm li Amed, Êlih û Wanê xebatên me yên belgefîlman dihatin pêk anîn. Piştî qeyûm hatin tayînkirin hemû xebatên hunerî hatin rawstandin.”

‘ELEQEYEK MEZIN HEYE’

Dîren anî ziman ku dê ku îsal di navbera 23 û 27’ê Gulanê de li Amedê bi dirûşmeya"Fîlmê xwe bîne û were" Mîhrîcanê li dar bixin û ev tişt got: “FîlmAmed di çarçoveya belgefîlman de tê li darxistin. Li ser axa Kurdistanê tiştên qewîmîne û pêkhatine divê şahîdiya wan bê kirin û ev tişt werin zindîkirin. Ji bo vê yekê jî me xwest em Mihrîcana FîlmAmed li dar bixin. Sala bohrî ji ber şert û mercan em neçar man ku mihrîcanê rawestinin. Îsal çiqas derfetên me kêm jî be me xwest em Mihrîcana 6’emîn ya FîlmAmed li dar bixin. Ji ber bê derfetiyê bi dirûşmeya ‘Fîlmê xwe bîne û were’ me bang li tevahiya derhêner û sînemahezan kir. Heta niha gelek serlêdan hatine kirin û eleqeyek mezin ji bo FîlmAmed heye.” 

Dîren destnîşan kir ku li Kurdistan û Tirkiyê bêdiyaxek mezin li dijî belgefîlman heye û wiha dom kir: “Ji ber ku hêza belgefîlman ya rastiya dîrokê heye herdem bêdiyaxek mezin li hemberî belgefîlman heye. Ji ber ku herdem mijarên belgefîlman bûyerên rastin, welatên dagirker ji belgefîlman hesnakin. Ji bo vê yekê jî em ê di FîlmAmedê de belgefîlman nîşan bidin û em ê herdem rastiyan ji civakê re bibêjin. Her ku diçe hikûmeta Tirkiyeyê belgefîlman ji mihrîcanan derdixin û bi demê re dixwazin belgefîlm ji holê bê rakirin. Bi rêya belgefîlman mirov û civak tên li ba hevdû. Bi FîlmAmedê re me çar parçeyên Kurdistanê anîn li ba hevdû û me li ser Sînemaya Kurdî nîqaş dan destpêkirin. Ji ber zextan ev du salek di qada hunerê de kêmahî hene, lê ji niha ve jî em ê hewl bidin vê qadê geş bikin û derhêner û sînemahezan binîn li ba hevdû.”

‘CIHÊN FÎLM LÊ BÊN PÊŞANDAN TINE YE’

Dîren anî ziman ku ji ber zextên li ser hunerê qadên fîlm bên nişandan tineye û wiha got: “Li Kurdistan û Tirkiyeyê qadên belgefîlm û fîlm bên nişandan tineye. Dewletê her der ji hunerê re teng kiriye. Bi vê boneyê em hemû derhêner û fîlimhezan vexwedixwînin Mihrîcana FîlmAmedê.”