ÇAND Û HUNER
Hemû Nûçe
-
KNK: Zimanê Kurdî jî wek Kurdistanê kevnar û berxwedêr e
Komîsyona Çand,Huner,Perwerde û Ziman a KNK’ê têkildarî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyanî da û got; “Zimanê Kurdî jî wek Kurdistanê kevnar û berxwedêr e.” -
'Çand û zimanê me hebûna me ye'
Rêveberiya Saziya Zimanê Kurdî Hacer Hîlal bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ji ANF'ê re axivî û got, "Êrîş herî zêde li ser ziman û çandê tê kirin, ku temsîla hebûna civakan bi çand û zimên e.‘’ -
Prof. Alpay: Kurdî serketineke mezin bi dest ve anî
Zanyara ziman Prof. Necmiye Alpay got, ji destpêka damezrandina Komara Tirkiyeyê û vir ve tevî zext û polîtîkaya asîmîlasyonê jî zimanê Kurd serketineke mezin bi dest ve aniye. -
Li Şîşliyê ziman, reng û çand hatin ba hev
Komîsyona Bawerî û Gelan a HDK’ê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a Şîşliyê aktîvîteya bi navê “Ji rengan heya ziman, ji ziman heya jiyanê” li dar xist. -
Li Wanê hostayê Mandalayê
Fatîh Şahîn ê ji Wanê ye, kevirên ku neqş û fîgurên cuda dineqişîne dike berhemê hunerî. -
Berlînale ya 68'emîn dest pê kir
68'emîn Festîvala Fîlman a Berlînê ya Navneteweyî (Berlînale) dest pê kir. Di destpêka festîvalê de fîlmê bi navê "Îsle of Dog" ê derhêner Wes Anderson hate nîşandan. -
Fîlmê 'Jiyan' qala jinên berxwedêr ên li Rojava dike
Fîlmê 'Jiyan' ê li ser têkoşîna azadiyê ya jinên li Rojava li ber xwe didin hatiye amadekirin, wê cara yekemîn 8'ê Sibatê bê nîşandan. -
Bi dîroka xwe em ê li dijî dagirkeriyê bin
‘’Dewleta Tirk êrîşê bi ser dîrok, bîr, hiş, nasname û çanda Efrînê de dibe. Em ê bi dîrok, çand, bîra xwe li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin. Em dixwazin ku NY tevbigere.’’ -
Hunermendên Kurd ên li Skandînavyayê xwe birêxistin dikin
Hunermendên Kurd li Stockholmê civînek li dar xistin û ji bo li gelemperiya Skandînavyayê bibin xwedî saziyekê zend û bend ba dan. -
'Dawiya Dawî' li Stockholm û Orebroyê hate lîstin
Lîstika şano ya yek kesî 'Dawiya Dawî' ku ji aliyê yek ji hunermendên Şanoya Bajarê Amedê Ozcan Ateş ve tê lîstin, piştî bajarê Orebor yê Swêdê li paytext Swêdê jî derket ser dikê. -
'Jiyan bi çand û hunerê xwe diafirîne'
Pîrozbahiyên 40'emîn salvegera damezirandina PKK'ê di dawî bûn ên ku di pêşengtiya Koma Kevana Zêrîn de di 27'ê Mijdarê de hatibû destêkirin û 40 rojan domiya. Hunermendên ku li gelek qadên gerîlayan geriyan, kêfxweşiya xwe anîn ziman. -
Hunermend Berfîn Aktay: Divê hunermend netirse
Hunermenda Kurd Berfîn Aktay destnîşan kir ku divê hunermend ji gel qut nebe û ji kesî netirse. Aktay got, berhemên bi zimanê dayikê tên afirandin hê mayînde û bedew in. -
‘Dengbêjî dîroka zindî ye’
Dengbêj Mehmet Tanriverdî dibêje divê civak xwedî li dîroka xwe ya zindî, dengbêjiyê derkeve û anî ziman ku tenê bi xwedîderketinê em dikarin dîroka xwe û çanda xwe ji nava lepên qirkirina çandê xilas bikin. -
Heskîfê bi dînamîtan hildiweşînin
Dewleta Tirk hilweşandina Heskîfê didomîne. Dewlet ji bo Bendava Ilisûyê dîroka 12 hezar salî hildiweşîne û bi dînamîtan zinar û tehtan parçe dike. -
Çanda Kurd li Moskowayê hate nasandin
Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurd a li Rûsyayê, li paytext Moskowayê şevek li dar xist û çanda Kurd da nasandin. -
Li Meschedeyê seferberiya Kurdî
Meclîsa Jinê ya Arjîn-Meschede û Enstîtuya Kurdî ya Elmanyayê dest bi seferberiya Kurdî kirin. -
Lîstika nû ya Şanoya Çiya: Dara Jiyanê
Şanoya Çiya, lîstika xwe ya bi navê 'Dara Jiyanê' ku di çarçoveya pîrozbahiyên sala 40. a PKK'ê de amade kir, pêşkêşî gerîla kir. -
Pêşangeha 'Konfederalîzma demokratîk a li Kurdistanê'
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, pêşangeyek bi navê "Şil ya jî Ziwa" hate vekirin û li vê pêşangeha li Muzeya Hunerên Nûjen de wêneyên li ser konfederalîzma demokratîk hatine xêzkirin, tên nîşandan. Pêşangeh wê heta 4'ê Sibata 2018'an vekirî be. -
Ji bo zivistanê çareserî komira di çopê de
Li wanê bi sedan zarok neçar in di sermaya zivistanê de kar bikin, gelek ji wan komirên ne şewitandî yên di nava çopê de komdikin û dibin malê. -
Fîlmê 'Zer' sê xelatên din wergirt
Fîlmê 'Zer' di Festîfala Fîlman a Antakyayê de hêjayî sê xelatên mezin hate dîtin. -
Meclîsa TEV-ÇAND'ê ya Parîsê kongreya xwe ya 7. li dar xist
Meclîsa TEV-ÇAND'ê ya Parîsê, kongreya xwe ya 7. li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê bi şiyara "Rêberê azad, Kurdistana azad, çand û hunera azad" li dar xist. -
Lola Gûevara: Heta ku Ocalan azad bibe em ê çalakiyên xwe bidomîn
Lola Gûevera, dayika wê Ûrûguayî ye û bavê wê jî Fransiz e. Gûevera di nav tevgera ciwanên Kurd de cih digire û diyar kir, “Heta ku Abdullah Ocalan azad bibe, em ê di nav çalakiyan de bin.” -
Kelehên Colemêrgê dibin dagirkeriyê de ne
Kelehên Mîr û Bay ên dîrokî ku li lavenda Colemêrgê ne, bi salane di bin dagirkeriya hêzên dewleta Tirk de ne. -
Mirovên li Sûrê dijîn bang li dewletê kirin: Bela xwe ji me vekin
Li gel hemû êrîşên dewletê jî keşeyê dêrê, melayê mizgeftê dayika yixtiyar a ku li ser kavilê mala xwe kon danî û bi zarokên xwe re dijî dibêjin bila dewlet wan rehet berde. -
Kevalên Zehra Dogan li Cinêvê hatin nîşandan
Kevalên nûçegihan û şêwekar Zehra Dogan, a girtî li Cinêvê hatin nîşandan.