Li Swêdê konferansên li ser rewşa Kurdî

Roja Şemiyê li paytext Stockholmê, roja Yekşemê jî li bajarê Goteborgê li ser pêşketin û zextên li ser Kurdî du konferans hatin lidarxistin.

Semîner bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Kurdî ji aliyê Enstîtuya Kurd a Stockholmê û Komeleya Mamosteyan ve li Navenda Perwerdeyê ya Kar pêk hat û Parlamenterê Sêrtê yê HDP'yî Prof. Dr. Kadrî Yildirim, nivîskar Schaswar Harshamî û Zana Farqînî weke qiseker tevlî bûn.

Li Stokholmê di destpêka konferansê de Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê Kamran Sîmo Hedîlî axivî û bi bîr xist ku roja destpêkirina weşana Kovara Hawarê ji aliyê KNK'ê ve weke Cejna Kurdî hatiye qebûlkirin.

Serokê Komeleya Mamosteyên Kurd Haki Balta jî diyar kir ku çalakiyên mîna konferans û semîneran bala li ser Kurdî zêde dikin û dibin wesîleya pêşketinê.

Prof. Dr. Kadrî Yildirim ji dema Sumeran heta serdema heyî qala hebûna Kurdî kir û li ser rewşa niha sekinî.

Yildirim got, hikumeta AKP'ê ji bo cîhanê bixapîne hewl da nîşan bide ku 'perwerdeya Kurdî serbest kiriye' û destnîşan kir ku perwerdeya salên dawî ya li zanîngehê, di asta herî nizm de ye.

Schaswar Harshamî anî ziman ku Kurdî ji Farsî jî kevntir e, lê belê bi demê re ketiye bin bandora zimanên Îranê yên Rojhilat û Rojava. Di vî warî de çend gotin weke mînak nîşan da.

Zana Farqînî jî got, piştî hewldana darbeyê AKP'ê li gel tevgera Gulen êrîşên xwe yên li ser Tevgera Azadiyê ya Kurd jî zêde kiriye û bi bîr xist, ku Hevserokên HDP'yî hatin girtin, rêveberên şaredariyên li Kurdistanê hatin girtin û piştre êrîş li ziman û medya Kurdî hatin kirin.

Farqînî got, "Rojnameyên Azadiya Welat, Ozgurlukçu Demokrasî, Enstîtuya Kurd, Kurdî-Der, radyo û televîzyonên Kurdî hatin girtin. Ev yek radixe pêş çavan ku bi rêk û pêk êrîş li ziman û çanda Kurd tê kirin. Vê yekê bandoreke gelekî neyînî li wan mirovan kir ku karê çand û hunerê dikin û lêkolînê li ser ziman dikin."

Zana Farqînî piştî semînerê ji ANF'ê re axivî û diya rkir ku hikumeta AKP'ê bi polîîkayeke dişibe ya salên 1990'î tevdigere.

Farqînî destnîşan kir ku gel wê di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de nerazîbûna xwe nîşan bide û got, "Gelê Kurd ji ti polîtîkayên AKP'ê razî nîne. Gel wê di vê hilbijartinê de nerazîbûna xwe nîşan bide."

Prof. Dr. Kadrî Yildirim jî bersiv da pirsên me û bi bîr xist ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hikumeta AKP'ê hemû saziyên çand û zimanê Kurd girtiye û navê bi Kurdî yên gundan û herêman guhertiye.

Yildirim destnîşan kir ku Kurd wê hem li parlamentê hem jî li derve li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û zextê têbikoşin û got, "Rewş wê bi vî rengî neçe. Gel wê di 24'ê Hezîranê de ji AKP'ê re bêje 'êdî bes e'."