Ronahî Eren: Bi Kurdî biaxivin, binivîsînin û bijîn

Endama Saziya Ziman a KCK'ê Ronahî Eren bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî polîtîkayên înkar û qirkirina zimanê Kurdî û got, ji bo parastina ziman bang li her kesî kir ku bi Kurdî biaxvin, binivîsînin û bijîn.

Endama Saziya Ziman a KCK'ê Ronahî Eren, bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî ji ANF'ê re axivî. Eren di destpêka axaftina xwe de ziman weke ruhê civakê pênase kir û got, "Eger em bi gotina Rêber Apo bînin ziman; ziman ruh e. Ziman ruhê gelan e, ruhê mirovahiyê ye, ruhê neteweyan e. Niha êrîş herî zêde li ruhê mirovahiyê tê kirin. Ev bi giştî siyaseteke ku li ser ziman tê meşandin. Hêzên desthilatdar bi polîtîkayên xwe yên pişaftin û qirkirinê dixwazin vî ruhî tine bikin. Di warê pişaftin û qirkirinê de mînaka ber bi çav êrîşên li ser gelê Kurd e."

DESTHILATDAR DESTPÊKÊ ÊRÎŞ DIBIN SER ÇAND Û ZIMAN

Ronahî Eren bal kişand ser polîtîkayên hêzên desthilatdar û wiha pêde çû: "Hêzên desthilatdar ji bo  gelekî ji holê rabikin destpêkê êrîşê dibin ser çand û zimanê wî gelî. Lê em dibînin li hember van polîtîkayên qikririnê têkoşîneke bê hempa heta niha tê kirin. Gelan bi têkoşîna xwe hewl dane xwe li hember polîtîkayê pişaftinê biparêzin. Nehiştine bi hêsanî bên qirkirin. Li dijî çand û ziman olîtîkayeke dijwar tê meşandin. Ji bo van polîtîkayan Rêber APO dibêje; 'Qirkirina çandê û ziman tiştekî welê ye; weke ku mirov 24 saetan di çarmixê de bin'. Ji roja avabûna Komara Tirkiyeyê û heta niha, çand û zimanê Kurdî, ferhenga Kurdî yanî gelê Kurd bi xwe jî di çarmixekî de ye. 24 saetan di çarmixê de ne û nale nala zimanê Kurdî ye. Ji bo ev ziman ji çarmixê bê rizgarkirin têkoşînek tê dayin. Lê li hemberê vê têkoşînê hêzên desthiladar di polîtîkayên xwe yên qirkirinê de israr dikin û bi bernameyên nû hewl didin polîtîkayên xwe yên qirkirinê bi cih bînin."

'DIVÊ EM JI ZIMANÊ DIJMIN BÊHTIR BI ZIMANÊ XWE BIAXIVIN'

Ronahî Eren li ser polîtîkayê pişaftin û qirkirinê yên dewleta Tirk çend mînak da û wiha dewam kir: "Mînaka herî şênber jî êrîşa dewleta Tirk a vê dawiyê ya li ser Efrînê ye. Destpêkê dema ku êrîş bir ser Efrînê, balafirên şer ên dewleta Tirk ewilî li dibistanên Kurdî dan. Hemû dibistan û saziyên li Efrînê yên ku xizmetê ji çand û zimanê Kurdî re dikirin hatin bombebarankirin. Gelek zarok, jin û ciwan hatin kuştin. Ji ser vê jî mirov dibîne ku hêzên dagirker her tim êrîşê paşerojagelan, civakan dikin. Di heman demê de mirov dikare mînaka wê li Dersimê jî bidin. Dersim di dîroka Kurdistanê de yek ji wan cihan e ku herî zêde komkujî lê hatiye kirin. Komkujiyên hem fîzîkî hem jî çandî lê hatine kirin. Niha li Tirkiye û Kurdistanê ti ciwan weke ciwanên Dersimê baş Tirkî neaxivin. Ev jî siyaseta dewletê ye. Niha dewleta Tirk di nava ciwanan de hişmendiya kî herî baş bi Tirkî biaxive, afirandiye. Ev jî wek xwe kirin e."

DIVÊ JIN, DAYIK Û CIWAN ZIMANÊ XWE BIPARÊZIN

Ronahî Eren li ser parastina zimanê Kurdî bang li jin, dayik û ciwanan kir û got, "Li ser vê jî em tim dibêjin yê ku van polîtîkan pûç bikin, di serî de dayikên me ne. Dayikên me dikarin çand û ziman biparêzin. Niha herî zêde pêwîste, ev çand û ziman were parastin. Ev erk dikeve li ser milê dayik, jin û ciwanan. Yanî paşeroja me ciwan in, ji ber ku hîn zêdetir şiyar in, aktîf in li ser paşerojê tevgerkirin û xwe rêxistin kirin yanî ew dikarin vî ruhê gel bidin parastin û mezinkirin. Ji bo vê jî em bang li dayik û ciwanan dikin ku herî zêde ew dikarin di vê têkoşînê de cihê xwe bigrin. Herî zêde ew dikarin vê têkoşînê mezin bikin. Ji vî alî ve em dibêjin eger ku em mirov in, em gelek in, em neteweyek in, pêwîste em bi 24 saetan bi zimanê xwe biaxivin. Ji ber ku em jî rengek in, ev pêvaneke xwezayî ye. Eva rastiya xwezayê ye, çanda xwezayê ye, exlaqa xwezayê ye. Divê her rengekî xwezayê bi têkoşîna xwe, xwe bide mezinkirin."

KURDÎ BINIVÎSÎNIN Û BIXWÎNIN

Eren di dewama axaftina xwe de ew kesên ku di bandora zimanê beyanî de mane hişyar kir û got: "Destwerdan, hevdû înkarkirin ne qanûneke xwezayî ye. Carna haya me jê nîne ku em bi xwe ketine rêya înkar û qirkirinê. Ji bo pêşîgirtina li polîtîkayên înkar û qirkirinê têkoşînek 24 saet pêwîst e. Em bi zimanekî din biaxivin, em bêjin em Kurd in, Erebin, an jî em Tirk in tiştekî wisa nîne. Eger mirov li çîrokên dinyayê binerin wê bibîne ku di dîroka mirovahiyê de tiştek wisa nîne. Niha eger siyasetmedarên me, rojnemavanên me bi zimanekî din dinivîsinin, nikarin bêjin em xizmetê ji ziman û çanda Kurdî dikin. Ew kes dibe ku di dilê xwe de dilsoz bin, bêjin ez Kurd im. Lê divê xizmeta zimanê xwe yê dayikê bikin."

15'Ê GULANÊ CEJNA HEBÛNÊ YE

Ronahî Eren, di dawiya axaftina xwe de balkişand li ser girîngiya Cejna Zimanê Kurdî û got, "Îro 15'ê Gulanê ye, cejna zimanê Kurdî ye. Em di kesayeta Rêbe APO de, di têkoşîna Rêber APO de li hemû berxwedêr û têkoşerên ziman û çandê yê gelê xwe, li gelê Kurd pîroz dikin. Bi qasî bedewiya biharê, bi qasê xweşikbûna biharê zimanê Kurd jî ewqas dewlemend û reng bi reng e. Yanî mirov dikare bêje cejna hebûnê ye. Cejna ziman cejna ruh e. Berî niha bi wesîleya derketina Kovara Hawarê di sala 1932'an de ji bo parastina vê nirxê vê têkoşînê niha li her derê têkoşîn tê kirin. Herî zêde mirov di derbarê vê de dikare behsa vê bikin. Beriya 3 salan li Bakurê Kurdistanê 3 dibistan ji bo perwerdeya zimanê Kurdî hate vekirin. Lê qasî kêliyekî jî dewleta Tirk li hemberê van dibistana tehemûl nekir. Dewleta Tirk bi êrîşên herî hovane ew dibistan şewitand. Niha bi rêya qeyûman destpêkê hemû saziyên xizmetê çand û zimanê Kurdî dikin girt. Di milekî de behsa demokrasiyê, biratiyê dikin, li aliyekî jî te qir dike, dikuje û tine dihesibîne. Cihekî ku lê zilm, înkar hebe, ez bawer nakim ku mirov behsa biratiyê û demokrasiyê bike. Ji ber ku ev tiştên ji hev cuda ne. Ev siyaset herî zêde di Komara Tirkiyê de mirov di rejîma hikûmeta Erdogan de dibîne. Niha 24 saet înkar, komkujî li ser çand, ziman û kesayeta Kurd neteweya Kurd heye. Ji ber vê jî em dibêjin yê ku vê têkoşînê mezintir bike, vê siyasetê lewaz bike, ji holê rabike  jinên Kurd in, ciwanên Kurd in. Jinên Kurd, ciwanên Kurd dikarin li hember siyaseta çar dewletan 24 saetan têbikoşin. Divê 15'ê Gulanê timî di bîra me de be. Ji ber ku 15'ê Gulanê cejna hebûna me ye."