Hiqûqnasê Kurd Alî Has ku li Londonê dijî, helbestvanên Kurd Ahmed Arîf û Cemal Sureyya yên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê naskirî ne, bi lîstika "Ez Bi Hêsanî Namirim" hatin ba hev. Dema ku lîstik jiyan, êş, hest, êşên nasnameyî û pêvajoyên bi xwîn ên Tirkiyeyê yên di dîroka nêz a her du helbestvanan de nîşanî temaşevanan dide, balê dikişîne ser pêvajoya rexnegir a ku di navbera her du helbestvanan de li ser 'nasnameya Kurdî' teşe girtiye.
Lîstika ku li ser daxwaza gel li Londrayê careke din li Tower Theater 3 rojan bi rengekî girtî hat lîstin. Di lîstikê de Goktay Tosûn karakterê Cemal Sûreyya dilîze; Cuneyt Yalaz jî rolê Ahmed Arîf dilîze.
Muzîka lîstika ku derhêneriya wê Nesîmî Kaygûsûz dike, ji aliyê Vedat Yildirim ê Kardeş Turkuler û Cansun Kuçukturk ji Koma Bajar ve bi stranên xwe yên taybet ên ji bo lîstikê hatine çêkiribûn, bi awayekî zindî derketin ser dikê. Alî Has di dema nivîsandina "Ez bi hêsanî namirim" ku tê de du helbestvanên girîng tîne cem hev, bi lêkolîn û hewldaneke cidî bi gihandina gelek belgeyên otobiyografî, bîranîn, hevpeyivîn û nameyên Arîf û Sûreyya, şanoyê dinivîse.
Lîstik bi rêwîtiya du endamên girîng ên gelên Kurd û Elewî Ahmed Arîf û Cemal Sûreyya ya di vagona trênê de destpê dike. Ev rêwîtî û rûbirûbûnek, bûyer û şopên kûr di jiyana her du helbestvanan de dihewîne. Di rêwîtiya ku jiyana hevberdan, hevaltî û têkoşîna herdu helbestvanan tê vegotin de, tê hîskirin ku Cemal Sûreyya ji bo welatiyên bajêr sirgûnê Dêrsimê ye û Ahmed Arîf jî helbestvanê çiya, deşt û kuçeyan e. Lê dîsa jî têkoşîna şoreşgerî ya dijber a van her du helbestvanên Kurd li bajar, çiya û deştan li dijî zilma hovane ya dewletan tê vegotin. Zimanê dostanî, hevaltî û evîna Cemal Sureyya ku di rojên girtîgehê de Ahmed Arîf tenê nehişt, cihê xwe di lîstikê de dît.
JI 33 GULEYAN HEYA BI KOMKUJIYA DERSIMÊ
Di şanoyê de dîroka nêz a Tirkiyeyê derdikeve holê û ev yek bandoreke çawa li derdorên çepgir, sosyalîst û şoreşger dike bi çavên du helbestvanan tê vegotin. Lîstika ku bi helbesta '33 Gule' ya Ahmed Arîf ku di sala 1943'an de li Taxa Ozalpê ya Wanê bi gulebarana leşkerên Tirk 33 Kurd hatin qetil kirin dest pê dike, derbe, qedexe, zext, sirgûn û evînên trajîk vedibêje, di rêzikên herdu helbestvanan de xuya dike. Aliyê Ahmed Arîf ê berxwedêr lê di heman demê de nazik û beytên Cemal Sureyya yên li ser hezkirin û evînê bi zimanekî bibandor li ser sehnê digihêjin hev. Dema ku Cemal Sûreyya di şanoyê de çîroka 33 guleyan vedigot, Ahmed Arîf bi rêzikan wiha dibêje, “Dilê me bi pasaportê germ nebûye. Ev sûcê me ye ku bûye sedemê kuştina me, navê me wekî xeynî eşqiya derkeve, li qaçaxçî, diz û xayinan...”
KOMKUJÎ, SIRGÛN Û ASÎMÎLASYON
Di lîstikê de Cemal Sureyya zarokê malbateke Kurd a Elewî ye ku piştî komkujiya Dêrsimê hat sirgûnkirin û her wiha rewşa wî ya tirsonek û şermok a ji ber komkujiyê pêre çêbûyî hatiye tekezkirin. Her çiqas herdu helbestvan Kurd bin jî, lê bi bandora vê hovîtî û pêvajoyên asîmîlasyonê yên li ser nasnameya xwe re rû bi rû dimînin. Di şanoyê de Ahmed Arîf û Cemal Sûreyya bi dehan nameyên ku di navbera beytan de hatine bi cihkirin dinivîsin û ji hev re dişînin. Cemal Sûreyya dibêje, "Dibe ku em rojên xirab ên dawîn dijîn/Dibe ku em rojên xweş ên destpêkê bijîn/Di vê hewayê de tiştekî xirab heye/Di navbera paşeroj û pêşerojê de/Di navbera êş û şahiyê de/Di navbera hêrs û bexşînê de..." Ahmed Arîf jî wiha dibersivîne, "Çar aliyê min gemarên nezan/ Rûhevalek/ Rûkenek/ ji cixareya min pêdikeve/ eniya min maç dikin/ bêdeng, xayîn,…/çar aliyê min gemarên nezan/ez vegerim vegerim… /Di şeva min a şev de mirinê min girtiye/Neke were/Heyv tarî ye…”
Vedat Yildirim jî ji Kardeş Turkçuler e, helbestên her du helbestvanan bi muzîkê, carinan jî bi klaman tîne cem hev, ev jî şanoyê bi heybettir dike. Di dawiya lîstikê de, temaşevanan bi rabûna ser piyan û lêxistina çepikan ji bo wan kesên ku keda wan di lîstikê de hebûye, puana temam dan.
'DU HELBESTVAN, DU JIYAN, ÇÎROKEK'
Nivîskarê şanoyê Alî Has diyar kir ku lîstika ku wî bi nîşandana her du helbestvanan li ser heman sahneyê nivîsandiye, ne tenê awayê nivîsandina wan e, di heman demê de çîrokên jiyana wan a trajîk e.
Has anî ziman ku Arîf û Sûreyya hevalên hevdu yên baş in û gelek tişt parve dikin û wiha got: “Her çiqasê ji aliyê şêwazê ve pênûsên wan ji hev cuda bin jî, ez dikarim bibêjim ku di çîrokên jiyana wan de bi tevahî paraleltiyek heye. Lewma jî gotina “du helbestvan, du jiyan, yek çîrok” bi kar tînim. Bi rastî jî bikaranîna bi bandor a asîmîlasyona nepenî û eşkere di jiyana wan de ji bo tepeserkirina nasnameya wan, bandorek mezin li jiyana kesane, helbest û nivîsandina wan kiriye.”
‘JI ASÎMÎLASYONÊ RE SERÎ NETEWANDİN’
Has da zanîn ku çarenûsa gelên ku di vê çîrokê de du helbestvan temsîl dikin di rastiya îroyîn a Tirkiyeyê de weke xwe dimîne û dîrok xwe dubare dike û destnîşan kir ku kesên ku serî li ber asîmîlasyonê natewînin wek sûcdar û marjînal tên nîşandan.
Has bi bîr xist ku her du helbestvan ji aliyê pergalê ve ketine lîsteya reş û weke "sûcdar" hatin binavkirin û avêtin girtîgehê û got, "Yên ku haya wan ji vê asîmîlasyona tund heye, rastî muameleya xirab tên û hewl didin hevsengiyê di navbera tirsonektiya ferzkirî û cesaretê de pêk bînin û neçar in ku bi travmayeke giran jiyana xwe bidomînin. Ji ber vê yekê azadiya îfadeya wan bi sînor e. Li erdnîgariya me ya ku ew qas di nava bê hezkirinê de ye, helbestên evînê yên herî exlaqî her tim ji aliyê helbestvanên bi ruhê şoreşgerî yê bindest ve hatine nivîsandin. Bi rastî, di dirêjahiya dîrokê de, evîn her dem li hemberî nefretê rawestiyaye û bi ser ketiye. Ji ber ku li cihê ku hêvî bêhêvî be, evîn çêdibe û dîsa hêvî pêş dikeve; dibe çavkaniya jiyanê û serhildana li dijî bêheziyê, vediguhere şoreşeke pak, aştiyane û bi rûmet. Ev çîrok, van her du helbestvanan û di helbestên wan de tevî hemû zextên bêheziyê yên li ser gelê wan pêk tên, ruhê serhildêr ku wan di helbestên xwe de parastiye vedijînin û bêedaletiyeke dîrokî dixin bin lêpirsînê.”