Ji parêzeriyê rêwitiya ber bi helbestê: Yunus Raûf Dildar

Yunus Raûf ango Dildar, di 20‘ê Sibata sala 1918’an de li başûrê Kurdistanê bajarê Koysincakê ji dayik bû. Şerekî cîhanê û avabûna Komara Mahabadê dît. Dildar, kesek Helbestvan û parêzvanê mafên mirovan bû.

Her kes di nava jiyan û civakê de bi karê xwe û xebata ku daye meşandin, tê naskirin. Ger ku ev kar û xebat ji bo civakê bi fêde be û şûnewarekî hunerî û pîroz be, êdî xwedîyê wê jî pêre navdar dibe. Ew bi huner an jî karê xwe di dîrokê de dibe xwedî navekî bê mirin. Yunus Raûf ango Dildar jî yek ji van navdêrên Kurd e. Dildar ku di 20’ê Sibata 1918’an de ji dayik bû, her çend çûbe ser dilovaniya xwe jî dê her tim bijî.

Bi mînakan jî mirov dikare rave bike ku Selahedînê Eyyûbî bi comerdî û şervaniya xwe, Pêşewa Qazî Mihemed bi cesaret û zanîn û berxwedana xwe, Leyla Qasim, Zeynep Kinaci (Zîlan) û Mezlûm Doxan bi canfîdayî û berxwedana xwe ya dîrokî, Şêx Ûbeydullahê Nehrî bi siyasetmedariya xwe, Meryem Xan, Hesen Zîrek û Mehmed Arifê Cizîrî bi deng û hunermendiya xwe tê naskirin.

Yunus Raûf ango Dildar, di 20‘ê Sibata sala 1918’an de li başûrê Kurdistanê bajarê Koysincakê ji dayik bû. Şerekî cîhanê û avabûna Komara Mahabadê dît. Dildar, kesek Helbestvan û parêzvanê mafên mirovan bû. Li paş xwe birek helbest, çêrok, ku di nav de Ey Reqîp jî heye hişt.

Yunus Raûf, di sala 1918’an de ango bidawîbûna 1’emîn Şerê Cîhanê li bajarê Koyê ku li ser sînorê Iraq û Îrana îro ye piştî 21 sal li ser koça dawî ya helbestkarê mezin yê Kurdî û hemşeriyê xwe Hecî Qadirê Koyî hatiye dinê. Der barê helbestkarê hêja Yunus Dildar dibêjin ango ew yek ji wan helbestvanê navdar ê Herêma Federal a Kurdistanê ye û navê wî yê rast ji Yunis Reûf e, wek gelek nivîskarên Kurd wî jî, ji xwe re nasnavek dîtiye “Dildar” bi salan bi vî navî hatiye naskirin.

TÊKOŞÎNA JIYANÊ

Dildar, piştî 1’emîn Şerê Cîhanê ji dayik bûye û di şert û mercên gelek dijwar de bi malbata xwe re têkoşîna jiyanê daye. Dildar, di temenê çar saliyê de nexweşiyeke giran digire û piştî rabûna ji nava nivînan jî ji ber bandora nexweşiyê lal dibe. Bi awayekî ku heya dawiya jiyanê ji zimanê wî hinekî giran bû û nedikarî baş biaxive. Nexweşiya Dildar, demekê li Kelha Hewlêrê di bin çavdêriya bijîşkekê de tê çareser kirin. Beriya şerê cihanê malbata Dildar rewaşa wan a aborî gelek baş bû, lê ji ber rewşa sîstema leşkerî û kar bi destên dewleta Osmanî dewlemendiya Kurdistanê têk çû.

PARÊZVANÊ MAFÊ MIROVAN

Dildar, dibistana xwe ya Seretahî di temenê xwe yê 9 saliyê de li bajarê Ranyayê, dibistana navîn jî li bajarê Hewlêrê xwendiye. Dildar, dema ku diplomeya xwe ji dibistana navîn distîne. Di heman demê de qeyda xwe li zanîngeha bexda ya beşa hiqûqê de çê dike. Yunus Raûf Dildar piştî qedandina zanîngehê çend salan parêzeriyê dike. Di despêkirina parêzeriyê de diwan salan de doza mirovên bê kes û hejar diparêze, li dijî neheqî û zordestiyên li welat û li derveyî welat dengê xwe bilind dike û têkoşîna xwe bi dilsoziyek germ ya navnetewî di meşine. Li aliyê din jî lêkolîna wî ya li ser wêjeya cîhanê û rojhilatê zêdetir dibe, dîroka Yewnanîstan, Fransa, Tirkiyeyê û wêjeya van welatan gelek bala wî dikişîne. Li şûna parêzertiyê, ew wekî karê xebatê ji xwe re helbestvaniyê hildibijêre.

HELBESTA YEKEMÎN DI KOVARA RONABÎ DE HAT WEŞANDIN

Yunus Raûf Dildar di ciwantiya xwe de rastî diwan û nivisên navdarê wê demê yê binavê Hecî Qadirê Koyî, Bêkes, Pîremerd , Wefayî û Kurdî rast tê. Ji van nivîskaran jî bandor dibe dildarê nivisa helbestan. Dildar, helbesta xwe ya despêkê di sala 1935’ê dinivise û cara yekê di kovara Ronabî de tê weşandin.

KURDISTAN DIBE KAKILÊ AFIRÊNERIYA WÎ

Di helbestvaniya Dildar de tamaya herî balkêş, bêguman tamaya welatparêzî û êşên mirovatiyê ne. Kurdistan bûye kakilê tamaya afirandinên wî, bi taybetî helbestên wî yên bi navê Ey Reqîb û Kurdistan ji helbestiyê derketine, li ser zar û zimanê gel wekî kilam, stran heta roja îro jî tên gotin. Bi taybetî helbesta wî ya bi navê Ey Reqîb di nav gel de gelek belav bûye.

EY RAQÎB

Bê guman ya ku Dildar dike Dildar helbesta Ey Reqîb e. Piştî ragihandina Komara Mehabadê li Meydana Çarçira di sala 1946‘an de yek ji karên girîng ên ewil, diyar kirina sirûdeke ji bo komara ku nû hatiye damezrandin bû. Helbesta ku Dildar nivîsandiye wekî "Sirûda Neteweyî" tê qebûlkirin. Çoş, kelecan û bêhna azadiyê ya roja yekemîn heta îro bi xwe re tîne. Ev helbest heta niha jî wek sirûda Kurdan ya neteweyî tê bang kirin. Ey Reqîb bi soranî ye, lê piştre bi Kurmancî û zaravayên din ên Kurdî hatin wergerandin. Her wiha bi gelek zimanên biyanî jî hatiye wergerandin.

DÎWANÊN WÎ HATIN WEŞANDIN

Piştî şerê cihanê yê dûyemîn helbestên Dildar li ser bingehek gelek demokrat û mirovhez tên nivîsîn. Dildar ji aliyê din ve jî di bin bandora wêjeya Fransî de jî maye, ji helbestên La Fontaine, La Martine wergerandiye zimanê Kurdî. Çend kurteçîrok jî nivîsîne û di kovara Gelawêj de hatine weşandin, ji wan gelek berhem ji wekî destnivîser mane. Helbestên Dildar ango destnivîsa wî bixwe bûn û heta demekê jî li cem birazîyên wî mane piştî salên dûr û dirêj bi hevkariya birayê wî Mecîd Reûf û nivîskarê hêja Ebdulxaliq Ellaedîn di sala 1983’an de hatin weşandin. Beriya wê dîwana wî carekê li sala 1961’an de carekê ji di sala 1971‘an li çapxaneya Kurdistanê li Hewlêr weşand.

JI NAVA ME KOÇ KIR

Dildar di 12’ê Mijdara 1948‘an de ango di temenê ciwaniya xwede 30 salî li Sînemaya Hemra ya Hewlerê dema li fîlma "Selahaddînê Eyûbî" temaşe dikir, ji dilê xwe nexweş dikeve. Berî ku bigihê nexweşxaneyê di rê de li ser hişê xwe diçe. Kesên derdor difikirin ku ew serxweş e û li ser hişê xwe çûye. Ji ber vê yekê Dildar dereng radikin nexweşxaneyê. Lê dema digihêjin nexweşxaneyê, Dildar ji ber ku bijîşkên nobedar nîne, nayê dermankirin û piştî demeke kurt jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê Dildar li goristan herî mezin ya bajarê Hewlêrê tê veşartin.

Gelê Kurd vê mîrateya Dildar weke sirûda xwe qebûl dike û di cewhera xwe de cih digire. Tevî polîtîkayên îmha û asîmîlasyonê yên sîstemê li ser gelê Kurd dimeşîne jî her Kurdekî xwedî bîr û bawerî vê sirûdê bi tevgera azadiyê re di kûrahiya dilê xwe de hîs dike.

EY REQÎB

Ey reqîb her, maye qewmê Kurd ziman

Naşikê û danayê topên zeman

Kes nebên Kurd dimirin

Kurd jîn dibin

Jîn dibin qet nakeve ala Kurdan

Jîn dibin qet nakeve ala Kurdan

Lawê Kurd rabûye ser piyan wek şêran

Ta bi xwîn nexşîn bike tacî jiyan

Kes nebên Kurd dimirin

Kurd jîn dibin

Jîn dibin qet nakeve ala Kurdan

Jîn dibin qet nakeve ala Kurdan

Em xortên Medya û Keyxusrew in

Dînîman û ayînman Kurd û Kurdistan

Kes nebên Kurd dimirin

Kurd jîn dibin

Jîn dibin qet nakeve ala Kurdan

Jîn dibin qet nakeve ala Kurdan

Em xortên rengê sor û şoreş in

Seyr bike xwîna diyan me da rijan

Kes nebên Kurd dimirin

Kurd jîn dibin

Jîn dibin qet nakeve ala Kurdan

Jîn dibin qet nakeve ala Kurdan

Lawên Kurd tev hazir û amade ne

Canfîdane canfîda, tev canfîda

Kes nebên Kurd dimirin

Kurd jîn dibin

Jîn dibin qet nakeve ala Kurdan

Jîn dibin qet nakeve ala Kurdan