'Xwedîderketina li çandê xwedîderketina li welêt e'

Beşdarên Konferansa 2'emîn a Tevgera Çandê ya Jinên Kevana Zêrîn gotin, "Divê gelê Kurdistanê xwedî li çanda xwe derkeve. Ji ber ku xwedîderketina li çandê xwedîderketina li welêt e."

Konferansa 2'emîn a Tevgera Çandê ya Jinên Kevana Zêrîn bi dirûşma 'Bi şerê gel ê şoreşgerî û bi pêşengiya jinan em ê şoreşa çandê bi ser bixînin' pêk hat. Ji çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û ji derveyî welat gelek jin tevlî konferansa li Herêmên Parastinê yên Medyayê bûn.

Ji beşdarên konferansê Ruha Amanos, Têkoşîn Cûdî, Sarya Golan, Adar Gabar, Arîn Cûdî û Kurdê Tavya li ser êrişên li dijî çanda Kurd, armanca konferansê û biryarên hatin wergirtin axivîn.

Ruha Amanos bi bîr xist ku konferans di pêvajoyeke gelekî hesas û giran de pêk hat û işaret bi zêdebûna êrişên çandî, fîzîkî û qirker ên li Kurdistanê kir. Amanos anî ziman, di konferansê de wan nîqaş kirine ku têkoşîneke çawa li dijî van êrişan bimeşînin û got, "Yek ji mijarên bingehîn ên konferansa me ew bû ku b pêşengiya jinan têkoşîneke çawa li di jî qirkirina çandê bê meşandin. Li dijî sîstema kapîtalîst em modernîteya demokratîk û li dijî sîstema baviksalarî jî em sîstema jinê ji xwe re dikin esas. Em pêşengiyê ji vê yekê re dikin. Modernîteya kapîtalîst dibêje ku huner ji bo hunerê ye, lê em dibêjin; huner ji bo civakê ye. Em hunerê dixin xizmeta civakê. Di her beşa hunerê de em vê yekê ji xwe re dikin esas."

'JIN LI HER QADA JIYANÊ DIKARIN BIXEBITIN'

Adar Gabar jî diyar kir ku sîstema kapîtalîst bi taybetî êrişî jinên berxwedêr û têkoşer dike û wiha axivî, "Jin her roj têne qetilkirin. Armanc ew e ku serî li jinan bidin tewandin. Li dijî jinan her roj êrişên qirkirina çandî, fîzîkî tê kirin. Mînak, li Rojava li dijî jinên ku xwe bi rêxistin kirine, zane kirine, li qadên siyasî û leşkerî têdikoşin her roj êrişên fîzîkî têne kirin. Hevrîn Xelef, şehîd Viyan, şehîd Mizgîn û bi sedan hevalên me mîna wan di encama van êrişan de hatin qetilkirin.

Divê jin bi dîroka xwe zanibin. Di serdema heyî de jin li nava qalibekî têne bicihkirin û di vê çarçoveyê de jê re tê gotin, 'tu tenê dikare bibe jina malê'. Em bi xwe dema ku nû tevlî tevgerê bûn ji dengê xwe, ji kenê xwe şerm dikir, bi vî rengî hînî me kiribûn. Lê belê Rêbertî ev yek şikand. Ji me re got, xwe zane bikin, bi exlaq û estetîk bin, bi fikrê xwe xwe biparêzin. Xweparastin tenê bi çekê nabe. Jin bi fikir, îrade û wêrekiya xwe jî dikare xwe biparêze. Jin li her qadê dikare vê bike. Di konferansa me de ev mijar bi kûrahî hatin nîqaşkirin. Jin ne tenê ji aliyê sînema, muzîk an jî şano ve, her wiha li her qada jiyanê dikarin bixebitin."

'DELÎLA YA HEM HUNERMEND, HEM JÎ ŞOREŞGER DIKARE WEKE MÎNAK BÊ DÎTIN'

Têkoşîn Cûdî jî pirsî "Dijminekî ku bi dehan bombeyan li qadeke biçûk a Kurdistanê jî dibarîne gelo wê destûrê bide muzîka Kurdî" û zarokên Kurd ên ji ber bi zimanê xwe stran gotin hatin qetilkirin, bi bîr xist. Têkoşîn Cûdî diyar kir, her Kurdekî ku karê hunerê kir divê zanibe ku bi erkeke şoreşgerî rabûye, li gorî vê yekê divê tevbigere û got, "Şerê ku niha diqewime şerê çandê ye. Lewma wezîfeya herî mezin dikeve ser milê hunermendên jin. Divê gavekê biavêje û li ber vê sîstemê rabe. Hunermendên mîna Eyşe Şan, Meryem Xan bi deng û hunera xwe êşên gelê Kurd anîn ziman. Mîrateyeke me ya bi vî rengî ya xurt heye.

Di serî de hunermendên jin, divê hunermend hemû vê pirsê ji xwe bikin; muzîka ku em niha dikin gelo pêşengiyê ji şoreşê re dike? Hunermendên me yên jin jî ber bi sîstemê ve diçin. Lê belê mînakeke me ya mîna hevala Delîla heye; hem hunermend, hem jî şoreşger. Her wiha hevala Mizgîn jî bi wî rengî bû. Me mînaka Meryem Xan û Eyşe Şan dan. Van hunermendên jin pêşengî ji me re kirin. Hunermendên me yên ku niha muzîka Kurdî dibêjin divê zanibin ku eger muzîka wan pêşengiyê ji şoreşê, berxwedan, raperîn û serketinê re nake divê li rabirdûya xwe vegerin. Di vê mijarê de divê zane bin. Dem dema jinûve zindîkirina dengê Mizgînan, Eyeşe Şanan e. Ev yek wezîfeya hunermendên jin e. Muzîka Kurdî tenê bi ruhê berxwedanê dikare bê pêşvebirin."

'ÊRIŞ LI DIJÎ ÇAND Û HUNERÊ TÊ KIRIN'

Kurdê Tavya jî ragihand ku bi salane li her qadê êriş li dijî civakê tê kirin, lê belê êriş dema dawî gelekî hovane bûye û got, "Çand û hunera Kurd hedefa van êrişan e. Mînak li gelek hevalên me yên şanoger tê qedexekirin ku derkevin ser dikê. Hinceta qedexeyê jî şanoya bi Kurdî ye. Sîstema kapîtalîst zane ku wê tune bibe, lê belê dibêje ku 'ez ê te jî bi xwe re tune bikim'. Li dijî vê yekê divê em hunera xwe li her qadê nîşan bidin. Mal bi mal, kolan bi kolan divê em şanoya Kurdî bigihînin gel. Bi stran, sînema, şanoya xwe divê em xwedî li çöand û hunera Kurd derkevin."

'DIVÊ CIWAN XWE JI XETA MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST RIZGAR BIKIN'

Arîn Cûdî jî destnîşan kir ku Konferansa 2'emîn a Kevana Zêrîn bi coş û kelecanî derbas bû û anî ziman ku êrişên li ser çanda Kurd her tim zêde bûne. Arîn Cûdî diyar kir, modernîteya kapîtalîst ji bo tunekirina nirxên exlaqî û çandî yên gelê Kurd bi her rê û rêbazê êrişan dike û got, "Divê ciwan li dijî vê li ber xwe bidin. Lewma ciwanên ku karê çand û hunerê dikin divê xwe ji xeta modernîteya kapîtalîst rizgar bikin. Divê ciwanên Kurd xwedî li çand, huner û nirxên xwe derkeve. Ji ber ku xwedîderketina li çandê xwedîderketina li welêt e. Lewma divê em bi şerê gel ê şoreşgerî şoreşa çandê pêk bînin."

'HUNERMENDÊN JIN DIVÊ TI CARÎ DEST JI HUNERÊ BERNEDIN'

Sarya Golan jî bang li hunermendên Kurd kir û got, "Qirkirina çandî ya li ser gelê Kurd ne tenê li Kurdistanê, lê li her derê tê meşandin. Lê belê êrişên herî giran ên li dijî çanda Kurd, li Kurdistanê têne kirin. Muzîsyenên ku bi Kurdî distirên, şanogerên ku bi Kurdî dilîzin têne astengkirin, sînema tê qedexekirin. Li gel van zextan jî hunermendên Kurd hewl didin dengê xwe bigihînin gel. Bi taybetî hunermendên jin divê çi dibe bila bibe dest ji huner û têkoşîna xwe bernedin. Huner eşq e, berxwedan e, têkoşîn e, hebûn e."