'Ji têkoşîna me heta henekên me divê her tiştê me bi Kurdî be'

Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdan Remziye Alparaslan diyar kir ligel ku li ser Kurdî zexteke mezin heye ji bo ku Kurdî bêtir geş bibe, divê di nava jiyanê de belav bibe.

Bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Dinyayê ANF’ê bi Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdan Remziye Alparaslan re roportajek kir.

Alparslan li ser geşbûna Kurdî diyar kir hewldanên tên kirin girîng e lê ev hewldan têr nakin û got “Divê zimanek wekî çemekî li ser şîpa xwe û bi rîtma xwe biherike da ku karibe ji pêdiviyên jiyanê re bibe bersiv. Heke zimanek pêdiyên têkilî û ragihandinê dikare bi cih bîne, wê demê axaftin dikare pê were kirin. Têkoşîna Kurdî jî ligel ev qas zext û tunehesibandinê têkoşîneke gelekî mûazzam e. Lê divê em ji bîr nekin zimanek bi tenê di çend qadan de were bikaranîn wê nikaribe bi pêş ve biçe. Divê ne wekî peywirekê lê bi hezkirin û hilberandinê em Kurdî biaxivin û jiyana xwe bi Kurdî bijîn. Heke derfetên axaftina wê tunebe, divê em van derfetan ava bikin û bi vî awayî dikarin wê bi nifşên nû re têkiliya wê çêbikin û wê veguhezînên sibê. Heke xebatên em yên akademîk, gotar, analîzên me yên teknîk û henekên me bi Kurdî bin, em bi rastî jî bi Kurdî bijîn wê demê ew ê ev tişt bandora xwe li ser hemû kesan bike.”

Alparslan li ser rewşa niha ya Kurdî jî diyar kir Kurdî di nav astengî û qedexeyan de ji xwe re derfetekî ava dike û got “Rewşên neyînî yên wekî nakokiya nifşan, jiyana ji ber neçariyê ji qadên gelêrî dûr hatiye xistin, koçberiyên bi darê zorê, şîddeta dewletê û mehrûmhiştina ji perwerdehiya bi zimanê zikmakî hene. Lê ligel van tiştan em dikarin bibêjin ku ev ziman hewl dide dînamîk bimîne û bi derfetên biçûk dixwaze li ser xwe be. “

Alparslan diyar kir ku ziman di heman demê de kodeke çandî ye û got “Ji bo ku çand were veguhêztin ew jî alavek e. Têkiliya nifşên ku qet bi Kurdî nizanin ya bi nifşa ku jiyana xwe bi Kurdî domandiye, li gorî awayê têkiliyê diguhere. Heke dûrbûnek di navbera wan de hebe û di navbera wan de zimanê ku bibe pir tunebe, wê wê fêmkirin û xwedîlêderketin jî kêm û qels be. “