HDK’ê li dijî desteserkirina vînê banga yekbûnê kir

HDK'ê li dijî destserkirina vînê banga yekbûnê kir û got, "Gelên li her çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê wê bi berxwedana xwe rejîma qeyûman têk bibin.”

DESTESERKIRINA ŞAREDARIYÊN DERSIM Û PULURÊ

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî desteserkirina şaredariyên Dersim û Pulurê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Dersim di dîrokê de serî li ber zilma dagirkeran netewandiye û wê ti carî netewîne û wiha hat gotin: “Êrîşa we ya ku îdeolojiya çep-sosyalîst, Elewî û Kurdewariya Dersimê dike hedef wê bê bersiv nemîne. Vîna gel wê darbeyên faşîst ên qeyûman têk bibe."

Daxuyanî wiha dom kir: “Wê gotina dawî yên li ber xwe didin bibêjin! Gelên li her çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê wê bi berxwedana xwe rejîma qeyûman têk bibin. Ji Esenyurtê heta Pulurê, ji Mêrdînê heta Dersimê em desthilatdarî, talan û dagirkeriyê nas nakin û qebûl nakin. Em bang li gel, hemû komên bawerî, hemû hêzên demokrasiyê û azadiyê dikin ku li dijî qeyûmên li Dersim û Pulurê yekbûna xwe ava bikin û bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin."