Li Kerkukê Pirtûkxaneya Jinên Rewşenbîr hat vekirin

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji bo jinan Pirtûkxana Jinên Rewşenbîr hat vekirin.

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li bajarê Kerkukê yê Başûrê Kurdistanê li tenişta Navenda Rewşenbirên bajar a li taxa Îskan pirtûkxaneyek taybet ji bo jinan bi navê Pirtûkxana Jinên Rewşenbîr hat vekirin. Pirtûkxane ji aliyê Rêxistina Viyan a ji bo bidestxistina mafê jinan diyarî jinên Kerkukê hat kirin. Di merasîma vekirina pirtûkxaneyê de gelek jinên çalakvan, hunermend û hejmarek kesayetên rewşenbîr û nûnerên rêxitinên bajar amade bûn.

Di der barê armanca vekirina pirtûkxaneyê de berpirsa Rêxistina Viyan Fenar Faruq got: "Me ev pirtûkxane vekir da ku jin bikaribin li cihekî kom bibin û her wiha jin bikaribin hişyar bibin û jinên bajar bikaribin divê di pirtûkxaneyê de lêkolînan bikin. Me li Kerkuk cihek nine ku jin li hev kom bibin. Jinên bajarê Kerkukê ji ber çanda bajarê Kerkukê rê nade jin biçin cihên kom, ji ber wê me xwest cihek weke pirtûkxane em vekin. Li vê derê peyama me ev e ku pirtûkxane bi vî awayî me li Kerkukê vekiriye û ne pirtûkxaneya dawî ye."