Dengvedana Mihemed Şêxo, qîrîna yên jibîrkirî...

Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo mîna navê xwe xwedî li çand û hunera Kurd derdikeve. Hunermend dibêjin, "Mihemed Şêxo hunera xwe diyarî gelê xwe kir. Zarok bi stranên wî mezin dibin."

Dengê xurt û bedew ê Kurdan, hunermendê nayê jibîrkirin Mihemed Şêxo sala 1948'an li gundê Xecukê yê Qamişloyê ji dayik bû. Li nava malbateke bi muzîkê re eleqedar mezin bû. Mihemed Şêxo ji zarokatiya xwe ve her tim dixwest amûreke muzîkê bi kar bîne. Di zarokatî de bîdon weke amûrekê bi kar dianî. Apê wî ku amûrên muzîkê çêdikir, rojekê tembûrek diyarî wî kir. Bi bandora eşqa muzîkê ya apê xwe, Mihemed Şêxo salên 1965-1966'an li Qamişloyê firsend dît ku li Aram Tîgran guhdarî bike. Ew nas kir û gelekî hez ji deng û gotinên Aram Tîgran kir. Mihemed Şêxo çû Lubnan, Iraq û gelek welatan û di nava Koma Serkeftin û komên Newrozê de karên hunerî kir.

Ji ber berhemên xwe gelek caran gef lê hate xwarin. Mihemed Şêxo got, "Ez ji mirinê û ji kuştinê natirsim, tembûra min pênûs û tiving e." Sala 1974'an tevlî nava hêzên pêşmergeyan bû û li gel tembûrê rahişt tivingê. Di tevahiya jiyana xwe de bal kişand ser zilm û xizaniyê. Sala 1989'an koça dawî kir.

Di salvegera 33'an a wefata wî de hunermend Nesrîn Botan, Danîş Botan û Cemîl Ehmed li ser Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê axivîn.

HUNERA XWE DIYARÎ GELÊ XWE KIR

Hunermend Danîş Botan di şexsê Mihemed Şêxo de hemû hunermendên xizmetkarê gelê xwe bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Dema ku Mihemed Şêxo tê gotin, hestên mirovî, pîvanên hunerê û xizmeta ji civakê re tê bîra mirovan. Hunermendê gelên bindest Mihemed Şêxo gelekî zor û zehmetî kişand. Êşa gelê xwe parve dikir. Hunera xwe ne ji bo berjewendiyên xw,e lê ji bo gelê xwe dikir."

Hunermend Nesrîn Botan jî got, "Em di meha Adarê de ne, bihar tê. Bi hatina biharê re yek ji kesayetên ku destpêkê tê bîra mirovan Mihemed Şêxo ye. Ew ne tenê hunermendekî Rojavayî bû, ew hunermendê Kurdistanî bû. Hunera wî jî ne tenê ji bo Kurdan bû, ji bo tevahiya gelên li Kurdistanê bû."

DENGÊ SERHILDÊR Ê KURDAN

Hunermend Cemîl Ehmed jî got, "9'ê Adarê ji bo me rojeke bi êş û giran e. Wê rojê hunermendê mezin Mihemed Şêxo ji nava me koç kir. Kesayetekî welatparêz bû. Dilxwazê hunerê bû. Lewma hîn jî di dilê her kesî de ye."

Cemîl Ehmed anî ziman ku Mihemed Şêxo ewladekî civaka xwezayî bû û got, "Ew dengê serhildêr ê çanda Kurdan bû. Zarokê niha dema ku nû dest bi axaftinê dikin, stranên wî dibêjin. Ciwan, extiyar her kes li wî guhdarî dikin, Kurdîtiyê di stranên wî de dibînin."

NAVENDA ÇAND Û HUNERÊ YA MIHEMED ŞÊXO

Bihara Gelan a 2011'an ji aliyê çandê ve jî şoreşek bû. Navendeke hunerê ku ji ber zextên rejîmê demeke dirêj bi veşartî xwedî li çanda Kurd derdiket... Navê Mihemed Şêxo lê hatibû kirin.

Li taxa Qudurbeg a Qamişloyê, dawiya sala 2011'an komek ji hunermendên ji Qamişloyê li jêrzemînekê li hev kom bûn û Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ava kirin. Niha bi 3 navendan xizmetê ji çanda Kurd re dikin. Li navendê li gel 6 komên muzîk-hunerê, her wiha di mijarên muzîk, şano û govendê de jî perwerde tê dayin.

JI JÊRZEMÎNÊ BER BI SÊ NAVENDAN VE

Ji damezrînerên Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo Nesrîn Botan got, "Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re me xwest navendeke çand û hunerê vekin. Her tim armanceke me bû ku mîna gelên din navendeke me ya çandê hebe û em karibin karê xwe li wir bimeşînin. Li taxa Qudurbegê li jêrzemînekê me ev armanca xwe pêk anî. Me navê wê jî kir Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo."

Nesrîn Botan bal kişand ser eleqeya xelkê Qamişlo ya ji bo navendê û got, "Bi sedan ciwan, jin û zarok tevlî Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bûn. Eleqeyeke gelekî mezin hebû. Jinên ku ji karên çandê bêpar hatibûn hiştin, bi eşqeke mezin hatin vê derê. Nêzî sed jin hatibûn. Ji bo jinan komên muzîk, şano û govendê hatin avakirin."

DI NAVA 12 SALAN DE GIHÎŞT ASTEKE GIRÎNG

Hunermend Danîş Botan jî yek ji wan hunermendan e ku tevlî pêvajoya damezrandina navendê bûbû. Danîş Botan li ser karên 12 salan ên navenda hunerê wiha axivî: "Heta niha bi hezaran kes ji Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo derbas bûn. Ji zarokan heta extiyaran bû navenda bi hezaran berheman. Di nava 12 salan de gelek berhemên hêja afirand. Gelek komên çand û hunerê ava kir. Festîval û konser hatin lidarxistin. Gavên girîng hatin avêtin."

VÊ CARÊ BI RENGEKÎ AZAD BI HEV RE NE

Cemîl Ehmed jî 4 salan rêveberî ji navendê re kir û qala wê demê kir, "Beriya her tiştî hebûna navendeke me ya bi vî rengî ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Karên ku me beriya şoreşê bi veşartî dikir, êdî me bi rengekî eşkere kir. Beriya şoreşê di bin sîwana Koma Botan de karê çandê dihate meşandin. Ji ber perwerdeya zarokên xwe beriya şoreşê bi 3 salan em çûbûn Şamê. Ji ber vê yekê 3 salan ji karên çandê qut bûm.

Bi şoreşê re hatim. Di rê de min hevalên xwe yên berê yên Koma Botan dît. Gotin ku navendek hatiye vekirin û divê biçim serdanê. Dema ku çûm min dît hevalên berê bi hev re ne. Hesteke bêhempa bû. Me destketiyên şoreşê dîtin. Dema ku nû hatim Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo tevlî Koma Botan bûm. Berê jî li wir bûm, lê belê ji ber ku demekê li derveyî Rojava bûm, jê qut bûbûm. Em bi serbestî li hev kom dibûn, me provayên xwe dikir û kar dikir. Karên me hêdî hêdî bêhtir rêxistinî bû. Gavên girîng hatin avêtin. Em hîn bi xurtî xwedî li çanda xwe derketin."

Nesrîn Botan li ser astengiyên li pêşiya çand û hunerê jî got, "Rejîmê bi taybetî firsend nedida pêşvebirina çanda Kurdan. Niha firsenda me heye û em karên xwe li gorî wê dimeşînin. Em di pêvajoya şoreşê de ne. Ji berv ê hin astengî jî hene. Mînak Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin. Timî êriş tên kirin. Herî dawî bûyera Hesekê heye. Ev bûyer hemû li pêşiya xebatên çand û hunerê asteng in."