Vejîn: Newroza Arî

Endamê Awazê Çiya Baran Gulbahar qala çîroka strana Newroza Arî kir.

Endamê Awazê Çiya Baran Gulbahar ji ANF’ê re qala çîroka strana Newroza Arî kir. Ev stran di sala 2007’an de hatibû çêkirin.

Baran Gulbahar diyar kir ku Awazê Çiya di sala 2006’an de hatiye avakirin û got “Cara pêşîn bi navê Awazê Çiya komek hate avakirin. Beriya vê stranê jî berhem hene lê me xwest li ser Newrozê jî straneke me hebe. Tê zanîn ku gelê Kurd girêdayî Newrozê ye. Awaza Çiya jî ji bo bandorê li ser gel bike û xîtabî hestên civakê bike, hatibû avakirin.”

Baran Gulbahar diyar kir gotinên strana ‘Newroza Arî’ bi hêsanî nehatiye nivîsandin û got “Bi qasî 2 rojan me gotinên stranê nivîsand. Coşa hemû hevalan zêde bû. Em şoreşger bûn û şertên me dijwar bû. Gotinên stranê di sala 2007’an de hate nivîsandin. Lê di warê kişandina klîbê de zehmetî çêbû. Wê demê balefirên keşfê yên dewleta Tirk gelekî zêde digeriyan, em jî neçar diman ku cihê xwe biguherînin. Di nava salekê de me 7 kamp guherand. Ji ber vê kişandina klîbê ne hêsan bû. Di meha 11’emîn a sala 2007’an de çalakiya Oremarê hate kirin, me ji aliyekî ve jî giranî da strana Oremarê. Piştre jî strana Destana Zapê hate weşandin. Kişandina klîba strana Newroza Arî jî li Xinêrê hate kirin û stran di sala 2008’an de hate weşandin.”

'AGIRÊ NEWROZÊ LI SER ÇIYAYÊ GARÊ HATIYE VÊXISTIN'

Baran Gulbahar qala dîroka Newrozê kir û got “Li hemberî Dehaq li Çiyayê Garê serîhildan çêbû. Ji ber ku cihê herî nêzî Nînovayê Çiyayê Garê ye. Siwarên girêdayî Konfederalîzma Medyayê Nînova desteser kirin. Cara pêşîn agirê Newrozê li Çiyayê Garê hate vêxistin. Piştre li hemû çiyayan agir hate vêxistin. Ev agir bû agirê azadiyê û şewitandina koletiyê.”

Endamê Awazê Çiya Baran Gulbahar diyar kir ku Rêber Apo jî di sala 1973’an de koma pêşîn a têkoşînê ava kiriye û got “Mazlûm Dogan bi agirê ku vêxist bi çalakiya ‘Berxwedan jiyan e’ gava pêşîn a Rêber Apo temam kir. Helwesta Rêber Apo vejîna Newrozê bû. Helwesta Rêber Apo jî vejîna gelê Newrozê bû. Ji ber vê Newroz îro bi coş tê pîrozkirin.”

GOTINÊN STRANA ‘NEWROZA ARÎ’

“Şengâ buharê xemla adarê

Xweş xêr hatî bi xêr hatî Newroza Arî

Newroza Arî

***

Roja azadî şahî û şadî

Dilpîroz î buhardoz î dengê welat î

Şêrînmak î tev ronak î roja hilatî

Newroza Arî

***

Cejna medyayî Arî Kawayî

Dil bû xweş bû agir geş bû Ahlap dadayî

Newroza Arî

                        ***

Mazlûm û bînî Rehşan nû jîn î

Li bejna Heval Zekiye al kesk e sor î

Şevqa Apoyê bilind î li çiyayê Cûdî

Nîşana xelata kurd î li çiyayê Cûdî

Newroza Arî”