Li Lozanê rojnivîska Gurbetellî Ersoz a bi tabloyên kevir hat pêşandan

Pirtûka Hunermenda Dîtbar Banû Cennetoglû ya bi navê ‘’Min Dilê Xwe li Çiya Neqişand’’ a Gurbetellî Ersoz bi 145 lewhayên kevirê kilsî yên lîtografîk hatiye xêzkirin, li Muzeya Hunerê ya Lozanê hat pêşandan.

Rojnivîska Gurbetellî Ersoz a ku yek ji sembolên Tevgera Jinên Kurd û dîroka çapemeniyê ye, "Min Dilê Xwe li Çiyayan Neqişand" ku ji aliyê Banu Cennetoglû ve li ser 145 lewheyên kevirê kilisî yên lîtografî hatiye xêzkirin, li Muzeya Hunerê ya Lozanê hat pêşandan.

Gurbetellî Ersoz ji 27'ê Tîrmeha 1995'an dema ku dest rêwîtiya gerîllatiyê kir heta 8'ê Cotmeha 1997'an beriya ku şehîd bibe, serpêhatî, hest û ramanên xwe nivîsandî bû. Rojnivîska wî bi navê "Min Dilê Xwe li Çiyayan Neqişand" bû pirtûk.

Pêşangeh cara pêşî li Atînayê û piştre li Stûttgartê hat pêşandan.

Di roja ewil a pêşangeha ku cara sêyemîn li Muzeya Hunerê ya Lozanê hat vekirin de rastî eleqeyek mezin hat.

Tabletên ku ji 145 lewheyên lîtografî yên kilsinî pêk tên, li gorî her demê domdar in û xwedî taybetmendiya pirtûkxaneyê ye.

Hêjayî bi birxistinê ye ku di tabletan de detayên salên ku Ersoz nûçegihanî dikir û ji ber cezayên giran ku standî dihate gotin “nikare nûçegihanî bike”, ev qedexe hatine neqişandin.

Pêşangeh ku li Plateforme 10, Musee cantonal des Beaux-Arts Place de Gare 16, 1003 Lausanne ye, wê heta dawiya meha Nîsanê ji hunerhez û mêvanan re vekirî be.