Şanoger Kara: Me xwest îdeolojiya xwe bi şanoyê nîşan bidin

Şanogerê penaber Abdurehman Kara got: “Me ji tinebûnê destpê kir. Armaca me ya ewil moraldayîna gel bû, lê piştre me xwest îdeolojiya xwe bi şanoyê veguhêzin gel.”

Di pêvajoya penberî, zorî û zehmetiyê de gelek çîrokên lehengiyê ji ber xwe ve derdikeve ser dika dîrok. Çîroka Şanoger Abdurehman Kara ji gundê Hilal ku salên 90’î ji ber zorî û zilma dijmin penaber bûyî, bi serê xwe mijara şano û dîsa fîlmek trajî-komîk e.

Li nava Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) gelek çîrok û lehengên ku derketin ser dika dîrok hene. Yek ji van lehengan jî Şanoger Abdurehman Kara ku li nava penaberiyê dest bi karê şanoyê kiriye û ji tinebûnê kedek mezin a şanogeriyê li pey xwe hişt û heta îro li ser wê dewam dike heye. 

Şanoger Abdurehman Kara ji gundê Hîlal ê navçeya Şirnex a Qilabanê ye. Di salên 90’î de gundê Hilal ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk a ferzkirina çetetî û xwefiroşiyê derketin û koçberî Başûrê Kurdistanê bûye.

GAVA YEKEM LI DIBISTANÊ ŞANOYEK LÎST

Kara bal kişand ser çawaniya dest bi karê şanogeriyê kiriye û got: “Dema min li gund dibistan dixwend, li dibistanê komên şano, muzîk û govend hebûn. Mamoste got tu jî li nava koma şanoyê de cihê xwe bigire, bi wî rengî min cihê xwe girt û me lîstikek li ser ‘Tirkiye-Yewnan’ lîst. Rolê min jî yeke Yunan bû.

‘ARMANCA ESASÎ HÊZ Û MORAL DANA GEL BÛ; ÊŞ Û SERKETIN NÎŞAN DIDA’

Ji ber zorî û zilma dijmin em penaber bûn û me berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Sala 1995’an Saziya Çand û Hunerê hate avakirin. Sala 1996’an li ser esasê ku divê nava çand û hunera Kurdî de cihê xwe bigirim û kar û xebat bikim. Wê demê armana esasî moral û hêzê bide gel bû. Gel li hev kom bike û hêzê ji hev bigirin. Ji ber ku xebatek hunerî pispor nebû, çi bû ji ber xwe û xulqîner bû. Me bûyer û pêşketin bi kurte şano û sikêçan çêdikir. Bi şanoyên xwe me serketina gerîla û gel û dîsa binketina dijmin radixist ber çava. Me di rojên pîroz û taybet ên partiyê de kurte sikêç û şano çê dikirin. Aliyek gel pê kêfxweş bibin û moralê jê bigire.”

‘KARÊ ME HEMÛ XULIQKARÎ BÛ, BI MEGAFONAN DENGÊ XWE DIGIHAND GEL’

Şanoger Kara diyar kir ku her kampa penaber bû dev ji karê xwe yê hunerê berneda û wiha pêde çû: “Her kamp û cihê em lê penaber bûn û bi cih bûn, hemû hevalên Çand û Hunerê ku weke Koma Penaber dihatin gotin, li hev kom dibûn. Ji bo em moralê gel bilind bigirin, êş û azarên xwe bînin ziman bi rêya şanoyê, me seneryo amade dikir. Li gorî seneryoyê erka hevalan dihatin girtin û wisa dilîstin. Mijara kostûm jî girîng bû, me ew yek bi cilûbergên kevin û dîsa cilên leşkerî yên qetiyayî bi kotek peyda kirî rola leşker dilîst. Me bi rengekî xuliqkar kostûmên xwe ji tiştên kevin ku qet mirov hêvî nake tiştek jê bibe amade dikir. Mijdara deng jî me bi megafonan ku di nava çalakî û mîtînga de tên bikaranîn, pêk dianî. Ji ber vê rewşa me ya ecemî, ji nava şano şano derdiket. Gel bi vê rewşê pir kêfxweş dibû û kelecanî dibû. Gel bi çaveke pir mezin li me dinêrî, weke ku şanogerên bi salan kar kirîn û pispor li me dinêrî. Pir rêz nîşanî me dida. Me jî ewqasî rêz dida wan. Bi vî rengî min dest bi şanoyê kir û hê jî didome.”

‘ÎDEOLOJIYA XWE BI RENGÊ ŞANOYÊ NÎŞAN DA’

Kara diyar kir ku her çûn xwe pêş xist û nava civakê de cihek taybet girt û asta şanoyên xwe û mijarê wê xurtir kir. Kara anî ziman ku şano êdî bi renge îdeolojî nîşan da û ev nirxandin kir: “Civakê destpêkê weke çalakî û pêkenînê li me nêrî, lê her ku çû me xwest şanoya xwe veguherînin rengekî îdeolojî. Heger ku veguherî îdeolojî. Me xwest îdeolojiya xwe bi rengê şanoyê ji bo gel bigihîne. Me bi şanoyên xwe raman û fîkra îdeolojî ya partiyê nîşanî gel bidin. Me rewş û pêşketinên Kurdan kirin mijarên şanoyên xwe û wisa ji ken zêdetir mijara îdeolojî nîşan da. Bi şanoyê me xwest hem îdeolojî û hem jî xebatên rêxistinê, heman demê êş û azarên Kurdan ên hezar salan di bin destiya dijimin de mayî, şaştiyên Kurdan, hem gel perwerde bikin, hem jî rastiya heyî nîşanî gel bikin.

‘ÇAND NASNAME, NASNAME ZIMANÊ ME YE’

Hedefa dijmin a herî girîng ew e, mirov ji çanda wî dûr bigire. Li rexê şoreşê me hewl da, qasî derfet têrê kir, çanda xwe bidin domandin. Ji ber ku em li ser wê çandê mezin bûne, ji bo wina nebin. Çand nasnameya me ye. Nasnama me zimanê me ye. Eger em çanda xwe winda bikin. Em ê zimanê xwe winda bikin, ji Kurdbûnê dûr bikevin.”

BI TENA XWE ÊŞ, AZAR Û REWŞA CIVAKÊ VEDIBÊJE

Di gelek çalakî û rojên taybet de Şanoger Abdurehman Kara bi tena xwe derdikeve ser dikê û dilîze. Li ser vê jî ev got: “Kerekterê min zêdetir li pêkenokê tê. Carnana ez tenê derdikevin ser tikê, mijarê wisa digirim dest ku kêmanî û şaştiyeke civakê, an jî serketineke wê be, ji cihekê ve êrîşek derûnî bê ser me civakê bê kirin, bi renge komedi bînim ziman. Hinek kêfa wan jî bi min tê. Têkiliyek baş a min û gel heye, li ser vê tewerê ji bo her şanoyek dilîzim fikir digrim û ji bo baştir vê nîşan bidim dikevim nava hewldanan. Divê civak xwe di şanoyê de bibîne. Bibe pareyek ji şanoyê. Dema nebû parçeyek ji wê şano nagihêje armanca xwe.”

‘DIBISTANA ME YA HERÎ MEZIN CIVAKA ME YE’

Kara anî ziman ku kar û xebata wan li ser xuliqkarî ye û wiha domand: “Kêrhatiyê me yên fîzîkî û fikrî ye. Dibistana me ya herî mezin civaka me ye. Xweşî û nexweşî, çalakî û rewşa civakê mijarên me yên şano yê derdixin, fikrê kar ji bo me derdixe. Civak mamostayê ne me ye.”

‘EM NIKARIN BEHEMÊN XWE PÊŞKÊŞÎ CIVAKA XWE YA BAŞÛR BIKIN’

Şanoger Kara bal kişand ser astengî û rêgiriya PDK’ê ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem cûdî jî û got: “Rêgirî û dorpêça PDK’ê ya li ser wargehê çawa ji bo hemû saziyên din û gel astengiye, ji bo xebatên me jî astengiyek mezin e. Bûye astengiyek ku em nikarin huner û şanoyên xwe pêşkêşî birayên xwe yên Başûrê Kurdistanê bikin. Ne hemû di nava PDK’ê yên asta jor de zexteke mezin li me dike.”

‘EM YEK BIN WÊ HER KES RÊZ JI BO KURDAN BIGIRE’

Hêviya min ew e ku PDK dev ji siyaseta alîgiriya dijminê Kurdan Tirkiye dûr bixe, vegere ser yekrêziya resen a Kurdayetiyê. Eger vê bike, wê her mirov, her milet û heta her dewletê rêz nîşanî Kurdan bike. Qedir û qîment bidin hev.”

‘BI ISRAR KAR BIKIN Û VEGUHÊZIN NIFŞÊN NÛ’

Herî dawî Şanogerê Penaber Abdurehman Kara daxwaz û bang li humermend û her kesê karê huerê dike kir ku bi israr karê hunerê bike û veguhêze nifşên nû û got: “Divê hunermendên Kurd bi israr û rêbazên herî baş çand, zimanê Kurdî veguhêzin nifşên nû. Çand û kevneşopiyê bi ciwanan bidin nîşandan. Hemû hunermed êş û azarên Kurdan bi israr û vekirî, bînin ziman. Nifşên dema nû, berê wan zêdetir li derve ne, ji bo nekevin xefik û davên dijmin û dîsa çanda xwe veguhêzin karek baş û bi israr bê kirin, wê encamek baş jê bê girtin.”