Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê 24’ê Adarê destpê dike
Duyemîn Mîhrîcana Fîlmên Kur a Stenbolê roja 24’ê Adarê destpê dike. Di mîhrîcanê de wê 28 fîlm werin nîşan dan. Banga tevlêbûna ji bo mîhrîcanê hat kirin.
Duyemîn Mîhrîcana Fîlmên Kur a Stenbolê roja 24’ê Adarê destpê dike. Di mîhrîcanê de wê 28 fîlm werin nîşan dan. Banga tevlêbûna ji bo mîhrîcanê hat kirin.
Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê, derbarê Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê ku wê di navbera 24-29'ê adarê de pêk bê de li avahiya xwe civîna çapameniyê li dar xist. Ji Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê Adar Taş, daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend û diyar kir ku gelek civak bi sînemayê nasnameya xwe ava dikin û wiha got: "Lê Kurd û civakên mîna Kurdan bi gelek astengiyan re rû bi rû dimînin. Pişaftin û zehmetiyên maddî û menewî ji pêşveçûna sînemaya Kurdî re bûne asteng. Hê jî ev rewş bi awayên cuda berdewam dike. Weke komîteya ku vê mihrîcanê li dar dixin, em di ferqa vê rewşê de ne û ji bo mihrîcanê cara duyemîn li dar dixin. Gelê Kurd bi her awayî bi çand û hunera xwe di nav têkoşînekê de ye. Em hêvî dikin ku ji rewşê re bibe çirûskek."
‘ME CİH DA FÎLMÊN XWEDÎ NİRXÊN MİROVÎ, XWEZAYÎ Û DEMOKRATÎK’
Taş da zanîn ku fîlmên Kurd tên sansurkirin û bi armanca ku vê sansurê vê ji holê rabikin mihrîcanê li dar dixin û derbarê mihrîcanê de ev agahî dan: "Me mihrîcana yekemîn di sala 2019'an de li dar xistibû. Ji ber pandemiyê me nikaribû salên borî berdewam bikin. Em ê bi kelecana mihrîcana destpêkê mihrîcana xwe ya duyemîn di navbera 24-29'ê adarê de pêk bînin. Nêzî 5 mehan e em ev xebatê didomînin. Weke komîteya mihrîcanê ji bo hilbijartina fîlman me hin şertan diyar kir. Bi giştî me cih da fîlmên xwedî nirxên mirovî, xwezayî û demokratîk. Bêguman hemû fîlmên ji me re hatin girîng in û spasiya hemû derhênerên ku fîlmê xwe ji me re şandin dikin. Di kategoriya fîlmên metraja wan dirêj, belgefîlm û fîlmên kurt de wê 28 fîlm bên nîşandan. Wê piraniya fîlman bi beşdariya derhênerên wan bên nîşandan."
‘EM Ê Lİ BENDA SÎNEMAHEZAN Û GELÊ XWE BİN’
Di berdewamê de Taş, da zanîn ku wê vekirina mihrîcanê bi fîlmê Kurdên Êzidî ku di sala 1933'yan de hatiye kişandin û heta niha ne li Tirkiyeyê ne jî li Kurdistanê nehatiye nîşandan bikin û ev bang kir: "Di roja vekirina mihrîcanê de wê bi nîşandan fîlmê Kurdên Êzidî re wê konserek jî bê dayîn. Her wiha wê sînamegerên Kurd di çarçoveya mihrîcanê de bi forumekê sînemaya Kurd û pirsgirêkên wê nîqaş bikin. Em ê li benda sînemahezan û gelê xwe bin."