Hejmara meha Sibatê ya Serxwebûnê derket

Hejmara Sibatê ya rojnameya Serxwebûnê bi manşeta ‘Berxwedana li hemberî komployê wê pêşiya rêya jiyana azad veke’ derket.

Hejmara 482’an a rojnameya Serxwebûnê di sala 23’emîn a komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi manşeta “Berxwedana li hemberî komployê wê rêya jiyana azad veke” derket.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di nirxandina siyasî de diyar dike ku desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê bi hêrs nêzî bertekên civakî dibe û ji ber vê êrişên xwe zêdetir dike. Besê Hozat bi navê ‘Rêya çareseriyê ji Îmraliyê’ derbas dibe de li ser têkiliyên Ukrayna û Tirkiyeyê û êrişa DAÎŞ’ê ya li ser Hesekê jî disekine.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî derbarê komploya navneteweyî dibêje ‘Ji bo ku ez li Moskovayê nemînim krediya 8 milyar dolar IMF’ê hatibû bikaranîn. Bi vê armancê Tirkiye ji Projeya Pêla Şîn hatibû qutkirin. Tişta herî nemerdî ev bû bêyî ku tiştekî bidin hev, gelek tawîz ji hev distendin.’

Enama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk jî li ser komployê nivîsek nivîsandiye û di nivîsa xwe de diyar dike ku Rêber Apo bi tarza xwe ya berxwedanê hesabê hêzên komploger pûç kiriye.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok jî diyar dike bi komploya 15’ê Sibatê re dihat xwestin di navbera Kurd û Tirkan de şerek çêbibe, Ocalan di warê fîzîkî de îmha bibe lê ev hesabên komplogeran bi cih nehatiye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan jî di nivîsa bi navê ‘Heke her kes bi ruhê Garê li ber xwe bide wê serfirazî pêk were’ de diyar dike berxwedana Garê nîşan da ku wê sala 2021’an çawa bidome û bi pratîzekirina perspektîfa taktîkê re ev taktîk bûye metoda şerê serkeftî.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok jî diyar dike dewleta Tirk a faşîst ji serî ve piştgiriyê dide DAÎŞ’ê û dibêje ‘DAÎŞ têk çûye lê heta ku Rojhilata Navîn demokratîk bibe û gel azad bibin dibe ku çeteyên wekî DAÎŞ’ê dîsa ava bibin.”

Rojnameya Serxwebûnê cih dide nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala Newroza 1994’an de kiriye. Ocalan di nirxandina xwe de dibêje ku “Di Newroza 1973’an de civînek bi şeş kesan re pêk hat û ew civîn îro bûye hêzeke gelekî xurt. Wê koma biçûk bi hêviyeke hindik û amadekariyeke hindik hewl da pêşwaziya bihara 1973’an bike. Me di wê Newrozê de xwest navê welatê xwe bibêje. Me got bila êdî ev der bibe Kurdistan.”