Polîsan êrîşî karkeran kir: 12 karker hatin binçavkirin
Bi daxwaza tazmînat û meaşê 2 mehan, 3 roj in karker li ber xwe didin. Polîsan êrîşî karkeran kir û 12 kes binçav kirin.
Bi daxwaza tazmînat û meaşê 2 mehan, 3 roj in karker li ber xwe didin. Polîsan êrîşî karkeran kir û 12 kes binçav kirin.
Li Edeneyê karkerên fîrmaya taşeron a Gemont Endustrî û SASA Polyester, ji bo mafê xwe li ber xwe didin.
670 karkerên endamên Sendîkaya Karkerên Avahîsazî û Rêyan, ji ber ku meaşê xwe yê 2 mehan û tazmînata xwe wernegirtine, 20’ê Mijdarê dest ji kar berdan.
Ev 3 roj in karker ji bo mafê xwe li ber xwe didin. Polîsan êrîşî karkeran kir û 12 karker binçav kirin.