Qaymeqamiya Cizîrê "Mem û Zîn" qedexe kir

Qaymeqamiya Cizîrê, nîşandana lîstika şanoyê ya Kurdî ya bi navê "Mem û Zîn" qedexe kir.

Qaymeqamiya Cizîrê, beyî ku tu sedem nîşan bide lîstika şanoyê ya Kurdî ya bi navê "Mem û Zîn" ya Şermola Performansê ku dê di 12'ê Adarê de bihata nîşandan qedexe kir. Şermola Performansê, der barê qedeya qaymeqamiyê de daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kiriye ku Qaymeqamiyê ji bo qedexeyê tu sedemek nîşan nedaye.

Daxuyaniya Şermola Performansê bi tevahî wiha ye: "Lîstika me ya Mem û Zîn ji aliyê Qeymeqamiya Cizîrê ve bê sedem hat betalkirin. Lîstika Mem û Zîn, 12'ê Adarê, roja Şemiyê li Navenda Çandê ya Şaredariya Cizîrê wê bihata lîstin, lewre afîş, broşur û vexwendin hatibûn şandin, bi alîkariya gelek saziyan danasînên medyaya dijîtal hatibûn parvekirin û di 4'ê Adarê de jî kirêya eywanê li ser hesabê şaredariyê hatibû razandin. Lê piştî du rojan (06.03.2022) Qeymeqamiya Cizîrê bi riya telefonê em agahdar kirin ku pêşandana lîstikê hatiye betalkirin."

Şermola Performansê, bi derhêneriya Mîrza Metînî ev lîstik amade kiriye û ji 3'ê mijdara 2021'an ve li Êlih, Amed, Riha û Qoserê 13 caran hatiye nîşandan.