Li Baselê kursa Kurdî hat vekirin

Ji bo ku Kurdî di her qada jiyanê de bê karanîn YXK û JXK’ê li Baselê kursa ziman da destpêkirin. Xwendevanan diyarkirin ku ewê xebatên kursê belavê seranserê Swîsreyê bikin.

Jinên Xwendekarên Kurdistanê (JXK) û Yekîtiya Xwedenkarên Kurdistanê (YXK) li bajarê Basel ê Swîsreyê bi armanca berfirehkirina karanîna zimanê Kurdî li dijî asîmîlasyon û qedexeyan, kursa ziman vekirin.

Xwendekaran li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê dest bi dersên zimanê Kurdî kirin.

Aktîvîstên JXK û YXK’ê di daxuyaniyekê de diyar kirin ku kursên ziman ku wan bi armanca berfirehkirina karanîna zimanê Kurdî dane destpêkirin, wê tenê bi bajarê Baselê re sînordar nemîne û wê li seranserê Swîsreyê belav bikin.

Xwendekaran anîn ziman ku wê kursa ziman bi taybetî ji ciwanan û malbatan re bê dayîn û ev tişt gotin: “Berê kesî ji me bi Tirkî nizanibû, em hemû li dibistanan fêrî wê bûn. Niha em ji Tirkan çêtir bi Tirkî diaxivin. Ji ber ku her tim ji me re hate gotin ku Kurd bêperwerde ne û divê em tiştekî îspat bikin.

Tê gotin ku zimanê Kurdî ev nêzî sed sal in tune ye. Bi qedexekirina ziman re gelê Kurd bi xwe jî hat qedexekirin. Her wiha sirgûn û zordestî ji wan sedeman e ku zimanê Kurdî di pêşketina xwe de zehmetiyan dikişîne û di civakê de nayê bikaranîn.

Zimanê Kurdî ji ber dûrketina gel ji hawîrdora xwe ya xwezayî, bêparastin bûye. Bi koçkirina bajaran re Kurd û zimanê wan ê zikmakî jî paşde hatin avêtin. Jixwe axaftina bi Kurdî jî wekî şerm dihat dîtin. Lê Kurdî zimanekî pir dewlemend e. Encax ji ber ku zimanê Tirkî zimanê perwerde û îdarî bû, zimanê Kurdî di bin xeteriya tunebûnê de ma.

Kurdî êdî weke berê nayê înkarkirin, lê pêwîstî bi tevlêbûna zêde heye. Bi hişmendiyeke neteweyî tevgerîn, ziman diparêze û pêş dixe. Bêyî hişmendiyeke wiha, şansê ziman tune ye ku bimîne. Ji bo vê jî em ji bo parastina zimanê Kurdî dixebitin û em dibînin ku ev xebat bandor û bandoreke erênî li siyaseta Kurd kiriye. Tevgereke siyasî ya ji bo maf û azadiya Kurdan têdikoşe, divê xwe bi Kurdî îfade bike. Tişta ku di vir de bi taybetî girîng e ew e ku zimanê Kurdî di hemû pêkhateyên sazî û dezgehan de cihekî fermî werdigire û di jiyana rojane de jî tê bikaranîn.

Lewma em dibêjin: Zimanê me rûmeta me ye!

Komeleyên xwendekarên Kurd JXK û YXK li ser parastina zimanê Kurdî li Baselê bi israr e. Divê bi qursên ziman û karanîna zimanê Kurdî di hemû qadên jiyanê de were berfirehkirin.”

Mamosteyê zimanê Kurdî yê kursê Mahmût Altûn jî li dijî zextên asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî bang li malbat û bi taybet ciwanan kir ku tevlî dersên Kurdî bibin.