Li Elmanyayê trên li hev qelibîn
Li ser xeta trenê ya Aachen-Kolnê trena barhilgir û trêna înşaetê li hev qelibîn. Di qezayê de 3 kes birîndar bûn.
Li ser xeta trenê ya Aachen-Kolnê trena barhilgir û trêna înşaetê li hev qelibîn. Di qezayê de 3 kes birîndar bûn.
Li eyaleta NRW’ê ya Elmanyayê qezaya trênê pêk hat. Li ser xeta trênê ya Aachen-Kolnê trêneke barhilgir û trêna înşeatê li hev qelibîn. Piştî qezayê trên ji xeta hesinî derketin û qulipîn.
Ekîbên tenduristiyê 3 kesên ku di qezayê de birîndar bûn birin.
Di encama qezaya li herêma Kerpen a nêzî bajarê Kolnê de 4 stûnên betonê yên li ser rêya hesin hilweşiyan û xetên elektrîkê jî xera bûn.
Hat ragihandin ku ji ber xerakirina rêya hesinî dibe ku xeta navborî bi rojan girtî bimîne.