FED-KURD: Dawî li serdegirtinên derqanûnî bînin

FED-KURD'ê daxuyand ku serdegirtina li dijî DKTM'ê ya Bremenê derqanûnî ye û xwest zextên sîstematîk ên li dijî daxwazên azadiyê yên gelê Kurd demildest bi dawî bibin.

Federasyona Kurdistaniyên Azad li Elmanyaya Rojhilat (FED-KURD) bi daxuyaniyekê polîtîkayên krîmînalîzekirinê yên dewleta Elman a li dijî gelê Kurd şermezar kir.

Di daxuyaniya nivîskî de ev tişt hatin gotin:

“Polîtîkayên krîmînalîzekirinê yên li Elmanyayê li dijî gelê Kurd di demên dawî de zêde bûne û bûyerên ku di encama serdegirtin û binçavkirinan de pêk tên, rê li ber fikaran vedike.

Serdegirtina derhiqûqî ya li ser Navenda Civaka Demokratîk a Bremenê û binçavkirina welatparêzekî mînakên herî berbiçav ên vê polîtîkayê ye. Piştî serdegirtinê welatparêzekî din ê Kurd li Berlînê û 2 jî li Magdeburgê hatin binçavkirin.

Em van binçavkirin û pêkanînên derhiqûqî bi tundî şermezar dikin. Bi van zextên li ser gelê Kurd tê meşandin ne tenê mafên kesan her wiha azadiya ramanê û mafên demokratîk ên gelan hedef tên girtin.

Em vê helwesta dewleta Elman weke hewldana krîmînalîzekirina gelê Kurd dinirxînin û ev rewş rê li ber lêpirsînkirina demokrasiya Elmanyayê vedike. Her kesê ku ji mafên mirovan, hiqûq û nirxên demokratîk bawer dike, divê li dijî van zextan dengê xwe bilind bike.

Weke Federasyona Kurdistaniyên Azad ên li Elmanyaya Rojhilat em diyar dikin ku em ê van nêzîkatiya derhiqûqî yên dewleta Elman ji nêz ve bişopînin. Ev polîtîkayên krîmînalîzekirinê di encama têkiliyên dewleta Tirk a bi Elmanya re pêk tên. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo demokrasî û mafên mirovan bidomînin.

Divê demildest dawî li êrîşên derhiqûqî û zextên sîstematîk ên li ser daxwazên azadiyê yên gelê Kurd pêk tên, bînin!