Strana Newroza 2022'an: Agirê Newrozê hilke

Strana Newrozê ku wê îsal li qadan bê gotin, diyar bû. Gotinên strana bi navê 'Agirê Newrozê hilke' ji aliyê Mihemed Pîrosî ve hate nivîsandin.

Newroza îsal wê bi dirûşma "Dem dema serketinê ye" bê pîrozkirin. Pîrozbahiyên îsal li Amedê bi eşkerekirina deklarasyoneke hevpar dest pê kir.

Deklerasyon ji aliyê KCD, TJA, HDP, DBP û partiyên Tifaqa Kurdistanî ve bi civînekê hate eşkerekirin.

STRANA NEWROZA 2022'AN

Di civînê de her wiha stran û klîba Newroza 2022'an jî hate nasandin. Strana "Agirê Newrozê hilke" ji aliyê Mihemedê Pîrosî ve hate amadekirin. Gotinên stranê wiha ne:

"Bihar ket Kurdistanê, hêlîna teyrê baz î
 
Li erdê şêr û piling, her dem bi gav û bez î
 
Li ser sînga Zagrosan, tu zinar lat û raz î
 
Li dor agrê Newrozê, tu stran tu awaz î
 
Hay hil ke hil ke hil ke agrê newrozê hilke
 
De gur ke gur ke gur ke agir pîroz gurke
 
Bihar ket xwezayê, tu baz î tu şahîn î
 
Li çar kenarê welat, nobedar parêzvan î
 
Tu şêrejina çeleng, cotê kezya dihejînî
 
Li dor agrê Newrozê, strana xwe dixwînî
 
Hay hil ke hil ke hil ke agirê newrozê hilke
 
De gur ke gur ke gur ke agir pîroz gurke."