‘Jiyana Besê Anûş bû roman’

Jiyana Besê Anûş ku yek ji şehîda pêşî ya gerîlayên jin a Tevgera Azadiya Kurdistanê bû roman. Romana biyografik a li ser Anûş çap bû.

Nivîsandina pirtûkê sala 2000’î dest pê kir û rojnameya Newaya Jin pirtûk ji bo çapê hazir kir. Pirtûk bi Tirkî û wergera wê ya Kurdî ji weşanxaneya Memyanê derket.

Romana biyografîk behsa jiyan, çîroka têkoşînê ya Besê Anûş dike û xwe dispêre ser şahidiyan. Besê Anûş ku di dîroka têkoşîna azadiya Kurd de xelekek e, beriya ku tevlî nav têkoşîna gerîla bibe, gund bi gund digere, rêxistiniya wê kir ku gel li nasname, welat, ziman û baweriya xwe xwedî derkeve.

Bi ragihandina PKK’ê re dewleta mêtinger 1978’an meha Kanûnê li Kurdistanê dest bi qirkirinê kir. Sedemên têkoşînê yên Besê ku bûyî şahida komkujiya Meraşê zêdetir bûn.

Dema derbeya 12’ê Îlona 80’yî di nav wan herêman de ku bûyî hedef Meraş hebû. Di nav wan kesan de ku hatî destgîrkirin û êşkenceya giran lê hatî kirin Besê jî hebû. Ji êşkencekaran yek jê wiha behsa helwest Besê dike: ‘’Min bixwe êşkence lê kiribû. Ji devê wê me nekarî yek gotinê bistînin. Qenebe me xwest ku biqîre lê me kir û nekir ne qêriya jî.’’

Piştî êşkenceya ku dîtî û ji ber hovîtiya dewleta Tirk a li ser gel hêrsa Besê zêdetir rabû û tevlî nav komeke biçûk a gerîla a li bejahiyê bû.

Li civateke li dora êgir, wiha qewîtiya xwe dike: ‘’Heke ez şehîd bibim, ez bawer dikim bi sedan jin wê hebin ku çeka min ji erdê rakin û li çiyayên Kurdistanê şer bikin.’’

17’ê Adara 1981’na, dema ku li Nurhaqan roj diavêje, yek ji kesa şiyar Besê ye.

Besê ya ku pê derdixe ku dora wan hatiye pêçan, hevalên xwe şiyar dike. Besê…’’Li nav wan guleyên ku bi ser de dibariyan, li gel birîna li piyê xwe jî, bi bêhnefişkî dibeziya. Zêdetir nikarîbû biçe û xwe li Aksuyê dabû...Li nav wan guleyan mabû ku ji pêş û paş ve weke baranê bi ser de dihatin..Ji ber ku her dever hatibû dorpêçkirin, dihate fêhmkirin ku êdî derfet nîne ku bi saxî û silamet xilas bibe. Besê heta bi kaban kete nav avê û cît sekini. Hê jî bi sedan tifingê otomatik bi ser de gule dibarandin, berê demanceya xe ya Çardehxur a Ummanê da wan, çû ser lûleya herî nêzi wê ya ku dibiriqî û lê reşand. Û bedena Besê ya parçebûyî, bi xwîna ku ji dev û bêvila wê dihat, rengê Aksûyê sor bû, çek bêdeng bûbûn…’’

Bi fermana fermandare mêtinger bedena xwînî ya Besê ya li nav lihêfê li naverasta gundê Musoyan bi saetan hate sekinandin.

Fermandarê mêtinger di stratejiya çavtirsandinê de bi ser neketibû, hêwirzeyekê cenazeyê wê dabû ser milê xwe û ew bi rê dikir.dama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî, ku pêşgotina pirtûkê nivîsî û her wiha yek ji hevrêya Besê Anûş e jî, bi bîr dixe, rola Besê Anûş pir mezin e ku tirsa dewletê ya li herêmê bela kirî û kirî ku gelê ku dihate qirkirin xwe biparêze.

Ronahî dibêje weşandina romana biyografik ya ku jiyan û têkoşîna Anûş vedibêje, jinan bi demeke girîng a dîroka wan re digihîne hev.

Muslum Guler jî ku di nav pêvajoya hazirî û nivîsandina pirtûkê de cih girtî, derheqê Besê wiha dibêje: ‘’…Besê, di vî şerê dawî de, yek ji wan kesan bû ku êşa civakê di bedena xwe de û di wijdanê xwe de jiyayî û ji bo çareseriyeke mirovî xwe feda kiriye. Ji ber ku têkoşîna jinê li wan salen destpêka geşbûna şer e û ji bo ku yek ji wan jinê pêşî ye ku jiyana xwe ji dest daye, xwedî maneyeke taybet e.’’