Şaredariyên Dersim û Pulurê hatin desteserkirin
Rejîma AKP-MHP’ê bi tayînkirina qeyûman şaredariyên Pulur û Dersimê desteser kir.
Rejîma AKP-MHP’ê bi tayînkirina qeyûman şaredariyên Pulur û Dersimê desteser kir.
Şaredariya Dersimê ya ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û şaredariya Pulurê ya ku ji aliyê Partiya Komarê ya Gel (CHP) ve tên birêvebirin, hatin desteserkirin. Kesên li şaredariya Dersimê nobetê digirin, bi darê zorê ji avahiyê hatin derxistin. Sekna li ber şaredariyê didome.
Wezareta Karên Hundirîn a Tirkiyeyê ragihand ku li şûna hevşaredarê Dersimê Cevdet Konak û Bîrsen Orhan waliyê Tunceliyê Bulent Tekbiyikoglû û li şûna şaredarê Pulurê Mustafa Sarigul jî qeymeqam Huseyîn Şamîl Sozen hatine tayînkirin.
Konak û Sarigul ji doza ku dihatin darizandin di 20’ê Mijdarê de bêyî îfadeya wan bên girtin bi îdîaya “endamên rêxistinê ne" 6 sal û 3 meh ceza li wan hat birîn.
KONAK: BAJAR DAGIR KIRIN
Bi sedan kesên li ber şaredariya Dersimê ya desteserkirî kom bûn, bendên polîsan rûxandin. Li ser vê yekê hejmara polîsan zêde kirin û dîsa bend hatin danîn.
Hevşaredar Cevdet Konak li ber şaredariyê axivî. Konak diyar kir ku polîsan rê li trafîkê girtine û wiha got: “Gelê Dersimê ev erk da me. Hem bi wesayîtan rê ji trafîkê re girtine hem rê dagir kirine û hem jî gendeliya herî mezin kirin." Konak anî ziman ku dema ji şaredariyê derket polîsan rê li trafîkê girtin û wiha axivî: “Min pirsî çima we rê girtine û dagir kirine, kir. Ji min re gotin, 'Teblîxata wezaretê heye, îmze bike’. Min îmze nekir. Bajar dagir kirin. Ev dîmenê AKP-MHP'ê ye. Ev desteserkirina vînê ye.”
Berteka gel a li ber şaredariyê didome.