Fîlmekî serfiraziyê: Kobanê

Fîlma berxwedana Kobanê ji bo ku 6 mehên din were ber sînemahezan tê hazirkirin. Weke berxwedana Kobanê, di girtina fîlm jî ji çar parçeyên Kurdistanê û gelek civakan sînemager bi rengekî aktîf tê de cih girtin.

Ozlem Yaşar, senarîst û derhênera fîlmê ku berxwedana Kobanê ji xwe re kiriye mijar û piştî 6 mehan wê were ber sînamehezaran diyar kir, bi piştevaniya gelê Kobanê û enternasyonal fîlm girtine û got, ''Mijara sereke ya fîlm li dijî tarîtiyê serfiraziya jinên Kurd ên şervan e.''

Senaryoya fîlm Medya Doz û Ozlem Yaşar nivîsîn û Komuna Fîlm a Rojava xwe da ber çêkirina wê. Doz û Yaşar ji bo senaryoyê bi sedan şeahid û şervan re axivîn û lehengên rastî esas dîtin. Fîlm li cihê ku berxwedan lê bûyî Kobanê, Tebqa û mekanên din ên berxwedanê hate girtin.

Ozlem Yaşar ku her wiha xwe daye ber derhêneriya fîlm têkilî hazirî, girtin û pêvajoya post produsîyonê ji ANF'ê re axivî.

Yaşar bal kişande ser têkoşîna jinên Kurd a çil salê dawî û got, ''Jinên Kurd xwedî dîrokeke têkoşînê ne. Di fîlm de em li ser vê xebitîn. Em jî ne parçeyek ji vê têkoşînê ne, parçeyek jê ne. Em jin ji van pêvajoyan karîger dibin, ji ber vê jî parçeyek ji vê têkoşînê ne. Karakterên jinên têkoşer navenda fîlmê me ye.''

Bi berdewamî Yaşar bal kişande ser berxwedana Kobanê û got, ''Berxwedaniyeke bêhempa derkete holê. Vê kir ku ew daxwaz û ew fikir bi me re çêbibe ku  em wê pêvajoyê bikin fîlm. Bi teqezî wê ji romanan re jî bibe mijar. Di sînameyê de, belkî di gelek fîlman de were nîşandan. Fîlma me di yek ji fîlma pêşî. Bi teqezî wê dewama wê were. Em bi fikra em çawa dikarin vê veguhezînin sînameyê bi rê ketin.''

Yaşar got, ''Kobanê hêviya azadiyê ya gelan bû. Gel herikîn ser vê hêviya azadiyê'' û wiha domand: ''Rojane dilê bi milyonan mirov bi vê berxwedanê re lê da, bi Kobanê re lêda. Terisîna vê berxwedanê pir mezin bû. Ji ber vê jî fîlma Kobanê ne fîlmekî kronolojîk e. Di fîlma Kobanê de rastî û honaka wê di zik hev de ye. Beriya fîlm me bi sedan şahid re ropartaj kir. Em bi şahidên şer, bi şervanan re, bi gel re axivîn, me guh da bi sedan kesê ku wê demê şer jiyan. Me qeyd kir. Dema ku me senaryoya fîlm nivîsî, em dilsozî çîrokên rastî man. ''

Yaşar têkilî karakterê fîlm got Gelhat, Zehra (Fermandar YPJ), Ebû Leyla, Masîro karaketerê wan ê serek ne, xasma têkiliya di navbeyna şervanên jin de, têkiliya hevrêtiyê hin sahneyên karîger ên fîlm in.

Yaşar diyar kir wan fîlm li Kobanê gritiye û got, ''Li mekanê ku çîrok lê derbas bûyî me dest neda raçînkê. Me ji bo fîlm setek cihê çênekir. Ev ji bo me girîng bû. Lê raçînek hebû ku bi rêjeyekezêde diguherî. Ne Kobanê ya beriya şer hebû ne jî Kobanê ya piştî şer .Herêmeke biçûk ji wê pêvajoyê şop li ser hene. Me hewl da mekanên ku çîrok lê derba bûyî binirxînin. Wan mekanan gelek tişt hînî me kir.''

Yaşar li ser dilgermiya gelê Kobanê ya li fîlm destnîşan kir û got, ''Heke ne ji gelê Kobanê bûye me yê nikarîbûya fîlm bigirta. Gel bi dil û can tevlî pêvajoya fîlm bû'' û wiha domand: ''Dema ku hîn bûn ku fîlma şer a bajarê wan tê girtin kesekî xwe ji vê neda paş. Lîstikvanên alîkar, gelê ku li wir şer kirî, gelek kesên ku ked dane vî karî di nav fîm de cihê xwe girtin. Desteka herî mezin gel da me. Di fîlm de ti lîstikvanek ku em karibin jê re profesyonel bibêjin, nîne. Hemû lîstikvanên amator in. Ji karakterên me yên sereke du jê beriya niha tecrûbeya wan a fîlm hebû. Ji xeynî herduyan hemû lîstikvanên din cara pêşî hatin setê. Ji karakteran çi tê xwestin, xwestin ku vê hîn bibin. Hewl hate dayin ku adapteyî vê bibin. Pêvajoyeke biber bû. Ji bo mirovên ku beriya niha qet di seta fîlm de cih negirtin pir zor bû. Ji bo me jî zor bû. Bi kedê motîve bûn.  Ya ku fîlm derxistTî holê û ew rih û keda wan bû ku dane setê.''

Yaşar diyar kir di pêvajoya girtina fîm de keda zarokan jî heye û got, ''Zarokên li Kobanê rê nîşanî me dan. Zarokan ji me re digot li kîjan mekanî kîjan şervanî şer kiriye, çawa li ber xwe daye û herî dawî li kûderê hilma xwe ya dawî daye. Zarok bîra şer zindî dihêlin. Keda zarokan a li fîm nayê jibîrkirin.''

Yaşar diyar kir di bin êrîşên Tirkiyê de wan fîlm digirt û got, ''Li ser Rojava gefa Tirkiyê heye. Mixabin ev konsept qet nesekinî. Tim li mekanan dan, li mekanên sivîl. Di van şertan de me fîlm girt. Sala beriya wê dema ku ji bo ku em dest bi fîlm bikn me hazirî kir Serêkaniyê hate dagirkirin. Ji ber şer em bêgav man girtina fîlm taloq bikin. Em mecbûr man ekîbên ku fîlm bigirin belav bikin.  Beriya bi salekê disa me dest bi haziriyan dkir. Wê pêvajoyê jî li ser Kobanê gefen cidî yên dagirkirinê hebûn. Êrîş hatin ser mekanên ku me fîlm lê digirti. Mekanî ku me çêkirî piştî bi heftiyekî lê dan.  Dema ku li nêzî sînor mew hewl da kavilan, şopa şer bigirin Tirkiyê li me reşand. Ji bilî şer û gefan hêla koronayê dest pê kir. Di nav van hemû astengiyan de pêvajoya girtina fîm qediya. Pêvajoa girtina fîlm ji ber van hemû pirsgirêkan 7 mehan domand.''

Yaşar got qedera fîlm dişibe berxwedanê û got, ''Qedera fîlma me ji qedera berxwedana Kobanê ne pir cihê ye. Çawa ku Ereb, Tirkmen, Kurd, Tirk, enternasyonal hatin tevlî şerê Kobanê bûn, ji gelek neteweyan sînameger hatin tevlî fîlm bûn.  Sînamgerên Kurdistanê, enternasyonal, Ereb û Tirkmen ked dane fîlma me. Ji bo fîlma Kobanê piştevaniyeke xurt derkete holê. Her kesî xwest ku tiştekî ji xwe bide fîlm. Ji bo ku fîlm bi rengekî serkeftî were girtin bi israr lê xwedî derketin û bi israra piştevaniyê fîlm hate temamkirin.''


Yaşar bi berdewmî diyar kir DAÎŞ'ê ne ku tenê cografyayeke berfireh dagir kiriye, her wiha êrîş biriye ser hêviya, 'cîhaneke dî pêkan e' lê têkoşîna azadiya jinê dawi li vê taritiyê aniye û got, ''Êrîşeke li ser pergala li vir, li dijî pergala jinê bû. Êrîşeke li destkeftiyên li vir ên jinan û dîrokiya wê bû.  Ya ku kirî gel werin vir tevlî nav berxwedanê bibin hêviya pêkaniya cîhaneke dî bû û ev bawerî bû. DAÎŞ herî pir êrîş anî ser vê hÊviyê. Êrîşeke li ser berxwedana YPJ'ê bû. Êrîşeke li ser baweriya xwerêveberiya gelan bû.  Di fîlm de bi destê Zehra kuştina emîrê DAÎŞ'ê, ji hêla sembolîk ve bi xweparastinê şer û berxwedaneke li dijî hişmendiya tarî ya DAÎŞ'ê bû.  Me hewl da fermandarên jin ku di şerê Kobanê de pêşengiya şer kirin di şexsê Zehra ve vebêjin.''

Yaşar diyar kir ji sînameya Yilmaz Gunay û Halîl Dag radibin û got, ''Em bi kirinen xwe dixwazin rêça sînameya Yilmaz Guney û Halîl Dag bidomînin. Bi fîma xwe em dixwazin vê rêçê bînin qonaxeke dî. Heke em karibin vê ser bixin, saeta me xweş.''

Ozlem Yaşar Mazdek Ararat ku gelek keda wî di pêvajoya nivîsandina senaryoya fîm û girtina fîlm de heye, ku sala 2020'an li Kobanê dema haziriya fîlm qezaya trafîkê kir bi bîr anî û got, ''Di vê fîlmê de keda hevaleke me Mazdek pir zêde ye. Bi bawerî û israra wî me ev fîlm girt û qedand. Em deyndarî wî ne.''

Ozlem Yaşar kî ye?

Li navçeya Sasonê ya Êlihê sala 1981'an çêbû. Dibistana seretayî û navîn li wir qedand. Meraqa wê ya li ser sînameyê li lîseyê dest pê kir. Di nav komên şanoyê de cih girt. Ji bo lîstikên şanoyan senaryo nivîsand û rê ve bir.  Muzîk, edebiyat, şano û sinameya Kurd ji nêz ve şopand. Tim bi hunerê re jiya. Helbest, çîrok û senaryo nivîsand. Di fîlma ''Dema Jin Hez Bike' de lîst, ku Halîl Dagê ku li çiyayên Kurdistanê derhênerî kirî, fîlm girtibû. Senaryoya fîlmê kurt nivîsî û girt.  Derhêneriya fîlma Berfîn jî kir, ku SineÇiya sala 2017'an gritibû.