KNK'ê Roja Zimanê Dayikê li tevahiya dayikên Kurd û Kurdistanî pîroz kir

KNK'ê got, "Ziman hebûna nasnameya gelan e, ew gelê zimanê wî tine, hebûna wî jî tine ye! Netewe bi çanda xwe, çand jî bi zimanê xwemalî xwe dinasîn e" û banga xwedîderketina li zimanê dayikê kir.

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK'ê bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniya KNK'ê de hate gotin, "Piraniya rojên salê, bi wate û bîreweriyên xwe yên dînî, xwezayî, civakî, dîrokî û siyasî tên naskirin. Vêca 21'ê Sibatê  jî yek ji rojên pîroz e ku li tevaya Cîhanî weke roja zimanê dayikê tê naskirin û her neteweyek li gorî xwe û bi rê û rêbazên cuda vê bîreweriyê pîroz dikin."

Di daxuyaniyê de işaret bi metirsiya li ser zimanê Kurdî hate kirin û hate ragihandin ku ev zimanê di avakirina şaristanî û pêşvebirina çanda cîhanê de xwedî roleke girîng e, di bin zexta dewletên Tirk, Faris û Ereban de tê fetisandin û jinavbirin.

Daxuyaniya KNK'ê wiha dewam kir:

"Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê di serî de bang li saziyên ziman, çand û perwerdeyê yên kurdistanê dike, vê bîreweriyê ji xwe re bikin wesîleyek û li hember fişar û zora li ser zimanê xwe, dengê xwe bilind û bilindtir bikin. Bi her şêweyê ku ew rast dibînin û bi hemû şiyan û derfetên xwe, saziyên navneteweyî ji vê rewşa mitirsîdar haydar bikin.

Ziman ne weke hin alî û derdor propagandeyê jê re dikin. Qaşo ziman tenê amraze û alava di hevgehiştinê ye di navbera mirov kom û neteweyan de ye. Berevajî vê pênaseyê raste. Ziman hebûna nasnameya gelan e, ew gelê zimanê wî tine, hebûna wî jî tine ye! Netewe bi çanda xwe, çand jî bi zimanê xwemalî xwe dinasîn e."