ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Ferîde Îbo: Azadiya jinê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye
Endama Koordînasyona Kongra Star Ferîde Îbo, diyar kir ku li dijî komploya navneteweyî felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye felsefeyek gerdûnî û got, “Azadiya jinê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye.” -
‘Divê Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin yek’
Parêzer Aynûr Paşa diyar kir ku Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn, divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin yek û got ku pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn wê bi paradîgmaya Abdullah Ocalan çareser bibe. -
Li Mariyê çeteyek hat kuştin
HRE’yê ragihand ku di çalakiya sûîqastê ya li Mariyê de çeteyek hat kuştin. -
Xelkê Efrînê: Rizgarkirina Efrînê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye
Şêniyên Efrînê ku 6 sal in li Şehbayê koçber in, diyar kirin ku wê bi her awayî ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têbikoşin û gotin: “Rizgarkirina Efrînê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye.” -
HRW: Dewleta Tirk sûcê şer dike
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) ragihand, di demekê de ku bala cîhanê li ser şerê li Xezeyê ye, dewleta Tirk bi bombekirina binesaziya sivîl a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê şer dike. -
Ji hêzên leşkerî yên Minbicê operasyon: 5 çeteyên dewleta Tirk birîndar bûn
Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihandin ku 8'ê Sibatê li gundê El Mihsenlî yê dagirkirî li hemberî nuqteyeke çeteyên dewleta Tirk operasyon kirine û di encamê de herî kêm 5 çete birîndar bûne. -
Hacer Silêman: Dijmin ji hestiyên şehîdên me ditirsin
Endama Komîteya Lihevkirinê ya Meclîsa Navçeya Ehdasê Hacer Silêman qala rojên Berxwedana Serdemê kir û got, ew şer ê hebûn û nebûnê bû, di wê berxwedanê de dayikan bi xwe şehadeta zarokên xwe îlankirin û oxirkirin. -
Li Dêrazorê çeteyek hat girtin
Hêzên HAT’ê yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarên Dêrazorê çeteyek girt. -
Komplo li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê hate protestokirin
Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Helebê çalakî û civîn hatin lidarxistin. -
Li Hesekê ji bo 5 şervanên QSD'ê yên ku şehîd bûne konê sersaxiyê hat vedan
Bi sedan kesî serdana konê sersaxiyê ya malbatên şervanên QSD'ê yên ku di 5'ê Sibatê de li Dêrazorê di êrîşa balafirê bêmirov a milîsên girêdayî Îranê de şehîd bûbûn, kirin. -
Meclîsa Malbatên Şehîdan: Wê destdirêjiya dewleta Tirk bê bersiv nemîne
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî pîroziyên gelan li herêmên dagirkirî şermezar kir û destnîşan kir ku wê destdirêjiyên dewleta Tirk a dagirker bê bersiv nemînin. -
'Doza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo doza hemû ciwanên azadîxwaz e'
Ciwanên Efrînî diyar kirin ku çi dibe bila bibe wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin û gotin, "Divê ciwanên Rojhilata Navîn hemû ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo asta karê xwe bilind bikin." -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdek xwe eşkere kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku endamê wan Ebdusemed El Hemîd di 6’ê Sibatê de li Reqayê di encama êrîşeke çekdarî de şehîd bûye. -
Li Rojava çalakiyên şermezarkirina Komploya Navneteweyî berdewam dikin
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan hat şermezarkirin. -
Şêniyên Hesekê 5 şehîdên QSD'ê bi merasîmekê spartina axê
Ji bo 5 şervanên QSD'ê yên li Dêrazorê şehîd bûn, li Hesekê bi beşdariya bi hezaran kesî merasîmek hate lidarxistin. -
Li Sûriyeyê êrîşa Îsraîlê: 3 jê sivîl 5 kes mirin
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li herêma Hûmsê di êrîşan de sê jê sivîl pênc kes mirine. -
Li Sirînê çewlîka mirîşkan hat bombebarankirin
Dewleta Tirk a dagirker çewlîka mirîşkan a li gundê Nasro yê navçeya Sirînê bombebaran kir. Di encama êrîşê de gelek mirîşk telef bûn. -
MSD: Divê gelê me li komployan baldar bin
MSD’ê êrîşa bi ser Akademiya Perwerdehiyê ya QSD’ê şermezar kir û got: “Divê gelê me yê li herêmê li hemberî komployan baldar bin.” -
QSD’ê nasnameya 5 şehîdên Dêrazorê eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şehîdên êrîşa li dijî cihê petrolê yê El Omer ê li Dêrazorê eşkere kir. -
‘Em ê dîwarên Îmraliyê bişkînin û Rêber Apo azad bikin’
Li gelek navendên Rojava Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan hat protestokirin. Di çalakiyan de peyama, “Em ji cîhanê re dibêjin ku em ê dîwarên Îmraliyê bişikînin û Rêber Apo azad bikin” hat dayîn. -
Şêniyên navçeya Qinê ya Kobanê li dijî komployê meşiyan
Şêniyên navçeya Qinê ya Kobanê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bi meşekê şermezar kirin. -
Operasyona li Kampa Holê bi dawî bû: 85 çete hatin girtin
Qonaxa sêyemîn a 'Operasyona Mirovî û Ewlehiyê' ya li Kampa Holê bi dawî bû. Hate ragihandin ku di nava 10 rojan de 85 çete hatin girtin, gelek çek hatin desteserkirin û jineke Êzidî hate rizgarkirin. -
Rêveberiya Xweser êrîşa li dijî hêzên QSD’ê şermezar kir
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşa li ser akademiya perwerdeyê ya hêzên QSD’ê şermezar kir. -
Dewleta Tirk penaberek bi zorê şand Efrînê, piştre revand
Dewleta Tirk kesek bi zorê ji Tirkiyeyê şand navçeya Bilbilê ya Efrîn a dagirkirî, piştre jî ew revand. -
Di destpêka sala 2024’an de hovîtiya dewleta Tirk
Bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, şaneyên razayî yên DAÎŞ’ê dest bi tevgerê kirin. Çeteyên DAÎŞ’ê bi êrîşên dewleta Tirk bi hêz dibe. Gelek ji wan hatin girtin, lê li kampa Holê tevgera şaneyan zêde bû. Êrîşên li ser herêmê jî didomin.