BI DÎMEN

'Doza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo doza hemû ciwanên azadîxwaz e'

Ciwanên Efrînî diyar kirin ku çi dibe bila bibe wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin û gotin, "Divê ciwanên Rojhilata Navîn hemû ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo asta karê xwe bilind bikin."

Ciwanên Efrînî ji ber salvegera 25'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin ji ANF'ê re axivîn û bang li ciwan û gelên azadîxwaz kirin ku doza azadiya fîzîkî ya Ocalan weke doza xwe bibînin û ji bo vê jî asta karê xwe bilind bikin.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Efrîn û Şehbayê Foad Hesen diyar kir ku çi dibe bila bibe wê ji bo azadiya fîzîkî ya rêberê xwe bixebitin û got, "Em hemû dizanin ne tenê dewletekê komplo li dijî Rêber APO pêk anî; komplo ji aliyê gelek sazî, rêxistin û dewletên navneteweyî ve hate kirin û Rêberê APO dîl girtin. Ji ber wê em weke ciwan hewesta me diyar e; çi bedel were dayîn ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO em ê bidin û em ê hemû tevlî nava refên gerîla jî bibin ta ku em azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin. Her wiha banga min ji bo hemû ciwanên Kurdistanê heye ku bila dev ji karê koletiyê berdin û werin rêberê xwe rêber APO bi awayekî fîzîkî azad bikin. Rêber APO nêzî 26 sal in ji bo me di zindanê ye, ka werin em destê xwe bidin hev ciwanên çar parçeyên Kurdistanê û rêber APO azad bikin û sala 2024 bikin sala azadiya fîzîkî ya rêber APO."

Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Efrîn û Şehbayê Zelal Ebdo komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke siyaseteke qirkirinê li djiî gelê Kurd pênase kir û got, "Bi komploya navneteweyî ya li dijî rêber APO xwestin hemû gelê Kurd û Rojhilata Navîn biçewsînin û tune bikin. Ji bo me weke gelê Kurd û hemû gelê azadîxwaz roja 15'ê Sibatê rojeke reş e. Ji ber wê em weke ciwanên Efrînê em vê rojê bi tundî şermezar dikin û bi ruhê ciwanên Apoyî em ê vê rojê veguherînin roja vejînê, em ê veguherînin roja azadiya fîzîkî ya rêber APO. Em dizanin ku hemû dewletên hegemon di van salên dawiyê de bi rêya tecrîda girankirî ya li ser rêber APO  xwestin hemû gelê Kurd qir bike û bihêle ku gelê Kurd bibe wekî berî rabûna rêber APO û bê çand, îrade û ziman bihêle. Lê bila dewletên faşîst baş bizanibin gelê ku bi fikir û felsefeya rêber APO xwe birêxistin kirine û ji ava azadiyê vexweriye wê ti carî dev ji têkoşîna xwe bernede, heya ku azadiya fîzîkî ya rêber APO misoger nekin. Bi dîlgirtina rêber APO re xwestin Tevgera Azadiyê têk bibin, di heman demê de xwestin bi rêya têkbirina Tevgera Azadiyê, gelê azadîxwaz û hemû gelên ku li ser fikir û felsefeya rêber APO xwe rêxistin kirine bikin armanc û qir bikin. Em hemû dizanin ku dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî di nav de her çar parçeyên Kurdistanê bi awayekî rojane di dagirkeriyê re derbas dibe, dewamiya komploya navneteweyî ye. Ji ber wê jî komplo neqediya ye, berevajî wê di şexê gelê me û herêmên me de dewam dikin. Di dawiyê banga min ji bo hemû ciwanên Rojhilata Navîn heye ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber APO têbikoşin û şer bikin."

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Efrîn û Şehbayê Cemal Mihemed jî got, "Komplo di esasê xwe de ne li dijî rêber APO bû. Ya esasî li dijî hemû gelê Kurd bû, ji ber wê pêwîste her Kurdek di nav de her ciwanek doza azadiya fîzîkî ya rêber APO doza xwe bibîne. Ji bo em vê komployê ku dijmin di şexsê rêbertî de li dijî gelê Kurd kiriye, vala derxînin hin erk û berpisyariyên me hene. Yek ji wan jî divê em di fikir û felsefeya rêber APO de xwe kûr bikin û bi pêş bixînin û ruhê welatparêziyê hîn zêdetir ji bo rêber APO li derdora xwe belav bikin."