Li Rojava çalakiyên şermezarkirina Komploya Navneteweyî berdewam dikin

Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan hat şermezarkirin.

Komploya Navneteweyî ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di bin tecrîdeke girankirî de li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin di 9’ê Cotmeha 1998’an de hat destpêkirin 25 sal li pey xwe hişt. Komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro jî li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat protestokirin.

KOÇERAT

Kongra Star a Herêma Koçerat bi boneya şermezarkirina Komploya Navneteweyî li gundê Veroc civîna gel li dar xist. Bi sedan şêniyên gund tevlî civînê bûn. Di civînê de ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin.

Piştre Rêvebera Kongra Star a Dêrikê Binefş Ebdo, li ser Komploya Navneteweyî axivî û got: “Komplo li dijî hemû civakên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bû. Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li seranserî cîhanê belav bûye. Pêwîst e em ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî çalakiyên xwe berfirehtir bikin."

TEBQA

Kombûna Jinan a Zenûbiya li qada Yekitiya Werzîşê ya Tebqayê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê rêvebera kombûnê Nûr El Henefî ve bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Tebqayê, tevgerên jinan û Yekitiya Jinên Ciwan hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mifteya çareseriya pirsgirêka Kurdî û hemû pirsgirêkên aloz ên Rojhilata Navîn e.

Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî li hember binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û kiryarên wê yên dermirovî û derexlaqî li dijî girtiyên siyasî hatin şermezarkirin.

DÊRAZOR

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li eywana Meclîsa Gel a bajarokê Ebû Hemam ê rojhilatê Dêrazorê semînerek da. Di semînerê de şênî, endamên saziyên sivîl, meclîsên xwecih, partiyên siyasî, Kombûna Jinan a Zenûbiya û endamên Komîteya Jinan a rojhilatê Dêrazorê beşdar bûn.

Di serî de endama Komîteya Jinan Xade Zekeriya bixêrhatina beşdaran kir.

Piştre Rêvebera Komîteyê Engîzek Demhat li ser girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û armanca wê axivî û banga pêkanîna yekîtiyê li hember komployê kir.

Di dawiyê de sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana wî ya li Îmraliyê hat pêşandan.