Li Sûriyeyê êrîşa Îsraîlê: 3 jê sivîl 5 kes mirin

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li herêma Hûmsê di êrîşan de sê jê sivîl pênc kes mirine.

SOHR'ê got, "Îsraîlê li herêma Hamra ya Hûmsê êrîş bir ser avahiyekê. Di êrîşê de sê jê sivîl (jinek, zarokek û mêrek) pênc kes mirin, heft kes jî birîndar bûn." Hate ragihandin ku avahiya bû hedefa êrîşê bi temamî hilweşiya.

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê jî ragihand ku li bajarê Hûmsê û derdora wê bombe li çend hedefan hatiye barandin û "Gelek sivîl mirin, gelek jî birîndar bûn."

Ji sala 2011'an dema destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê û vir ve Îsraîl êrîşê dibe ser hedefên artêşa Sûriyeyê û hevalbendên hikumeta Şamê Hîzbûllah a Lubnanê û hêzên ser bi Îranê ve.

Êrîş ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina şerê navbera Îsraîl û Hamasê û vir ve zêde bûn.

Li gorî SOHR'ê di dawiya meha Çileyê de li nêzî Şamê di êrîşên Îsraîlê de endamên milîsên alîgirê Îranê jî di nav de 8 kes mirin.