Komplo li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê hate protestokirin

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Helebê çalakî û civîn hatin lidarxistin.

Di çalakiyên li bajarên wekî Dêrik, Til Hemîs, Çilaxa, Hesekê, Dirbêsiyê, Şehba û Helebê de, ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan banga têkoşîneke bi biryar hate kirin.

Di civîna Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê de ku li Salona Sporê ya Girtî ya Kornîşê pêk hat, felsefeya Abdullah Ocalan weke tunekirina kapîtalîzmê, belavkirina demokrasiyê û pêşxistina jiyana hevpar a di navbera gelan de hate nirxandin û hate destnîşankirin ku divê nirx bên parastin.

Di civînên ku li bajarên Til Hemîs, Çilaxa, Hesekê û Dirbêsiyê hatin lidarxistin, hate gotin ku hêzên komploger bi dîlgirtina Abdullah Ocalan dixwazin îradeya gel bişkînin û li dijî van hêzên komploger pêwîstiya berxwedaneke yekgirtî hate kirin. 

Rêxistinên sivîl û endamên partiyên siyasî yên beşdarî panela ku ji aliyê Meclîsa Ciwan û Werzîşê ya bajarê Hesekê ve hatibû organîzekirin bi sernava "Bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî em ê dîwarên Îmraliyê hilweşînin" hatin cem hev. Di panelê de bang li ciwanan hat kirin ku têkoşînê berfireh bikin, tecrîdê bi dawî bikin û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan misoger bikin.

Di daxuyaniya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê ya li Şehbayê û Meclîsa Kantona Efrîn-Şehbayê de hate gotin ku komploya navneteweyî ya li dijî gelên azadîxwaz hatiye kirin û ev weke qirkirina mirovahiyê hatiye binavkirin.

Di semînera ku ji aliyê Kongra Star ve li Helebê hat organîzekirin, di dema ku komplo û encamên wê hatin nirxandin, beşdaran banga piştgiriya têkoşîna Abdullah Ocalan kirin.

Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Hêvîn Silêman jî got, "Em ê têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan bidomînin. Heta azadiya fizîkî misoger bibe em ê têkoşînê mezin bikin."