MSD: Divê gelê me li komployan baldar bin

MSD’ê êrîşa bi ser Akademiya Perwerdehiyê ya QSD’ê şermezar kir û got: “Divê gelê me yê li herêmê li hemberî komployan baldar bin.”

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî êrîşa bi ser Akademiya Perwerdehiyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek nivîskî da. MSD’ê êrîşa bi ser akademiyê şermezar kir û bang li gelê herêmê kir ku li hemberî komployan baldar bin.

MSD’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Çavkaniya êrîşê, heman çavkaniya ku di Îlona 2023’an de li herêmê tevlêhevî derxistiye. Bi saya aqilmendên Dêrazorê ev hewldan têk çû.”

MSD’ê bang li şêniyên Dêrazorê kir ku li hemberî dek û dolabên li dijî wan baldar bin û wiha got: "Em bang li xelkê xwe dikin ku baldar bin ji ber ku dijminên azadiyê û demokrasiyê hewl didin tevlêheviyê li Dêrazorê derxin. Divê xelkê me berpirsyariyên xwe yên nîştimanî bînin cih, bi awayekî cidî li hember wan hewldanan derkevin. Berxwedana Dêrazorê li hember van komployan, dê bike korîdorek ji bo ku projeya demokratîk derbasî herêmên din bibe ku ji ber zordestî û zilmê westiyane."